NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê diyar kir ku Efrînê bi berxwedana xwe dîrok û pêşeroja tevahî gelên herêmê diafirîne. TEV-DEM'ê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo piratîkkirina vê biryarê bi berpirsyarî tevbigere.
Şerê Tirkiye yê hewayî û bejayî yê bi tang û topan li ser Efrînê 48 rojin bê navber berdewam dike. Di şerê TSK û OSO li ser Efrînê dimeşîne gelek ji wan zarok zêdetirî 200 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 400 welatiyên sivîl birîndar bûn. Bi dehan xanî hatin rûxandin. Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê piştgirî da berxwedana Efrînê û xwest Tirkiye guh bide biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî.
ÇEKÊN NATO LI SER EFRÎNÊ BIKAR TÎNIN
TEV-DEM'ê di daxuyaniyê de wiha got: “48 roj in li ser êrîşên barbar ên Tirkiyê û hevkarên wê yên Qaîde û DAIŞ‘ê ku ji aliyê rêveberiya ewlehiya ya Tirkiyê ve hatiye zindî kirin li ser Efrînê derbas bû. Di van êrîşên de çekên NATO‘yê tên bi karanîn. Ev êrîş nasname û hebûna me hedef dike. 47 roj in gelê Efrînê li hemberî van êrîşan bi qehremanî li ber xwe dide, vî gelî di nava 5 salan de li şûna cîhanê şerê terorê kir. 47 roj in li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyê civaka navdewletî bê deng e. Ji ber vê yekê 650 sivîl birîndar bûm, di nav de 87 zarok û 93 jin birîndar bûne, her wiha 28 jin bi giştî 165 ji ber çekên qedexekir şehîd bûne. Bikaranîna çekên qedexekirî û kîmawî li herêma Şiyê li pêşberî çavên her kesî diyar bû.
BERMAHIYÊ MIROVAHIYÊ TÊN RÛXANDIN
Li Efrînê, bermahiyên ku mirovahiyê li pey xwe hiştiyê tê rûxandin, xweza tê şewistandin, zarok têne kuştin û tirsandin, hemû şertên sereke yên jiyana xwezayî têne hedefkirin. Dibistan, nexweşxane, navendên tenduristiyê, tîmên destwerdana lezgîn, xetên avê û bendavan, di nav de bendava Meydankê hatin hedefkirin. Li Efrînê pirrengiya xweza, çandî ku herdû beşên herî sereke yên pêşxistina civaka mirovahiyê ye têne binpêkirin. Li Efrînê siyasetên koçberkirina bi darê zorê tê meşandin. Derbarê vê rewşê de ,civaka navdewletî bê denge, temaşeya kuştin zarokan, jin û temen mezin dike. Rexmî binpêkirinan pîvanên navdewletî, ku pêşeroja civaka me ya aştîyane ye, Serokê Tirkiyê şerê xwe yê bi armanca zindîkirina xewna Osmaniyan didomîne, bêdengiya li hemberî vê yekê jî dihêle ku ev kiryar hê zêdetir bibe.
EM TEV DEM BERXWEDANA GELÊ EFRÎNÊ SLAV DIKIN
Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê em berxwedana gelê xwe yê li Efrînê silav dikin û tekez dikin ku baweriya wan a berxwedan û têkoşînê dîrok û pêşeroja hemû gelên herêmê di afirîne. Serkeftina Efrînê berxwedaniya hevpar a hemû gelên herêmê temsîl dike.
Her wiha em tekez dikin ku em piştgiriyê didin, biryara /2401/ û em bang li civaka navdewletî dikin ku di piratîkkirina wê de bi israr be. Her wiya em hişyariyê didin ku raporên ku hin alî derdixînin û hinceta ji koçberkirinê re datînin xizmeta siyasetên dijmin dikin û armancên xwe guhertina demografiya herêmê ye.
Li beramberî vê rewşa çarenûsî, em bang li gelê xwe yê Rojava dikin ku têkoşîna xwe ji bo Efrînê mezin bikin û xwedî li hêzên berxwedêr ên ku bi armanca piştgiriyê berê xwe dane Efrînê derkevin. Her wiha em banga dilsoziya bi têkoşerên leheng Avesta- Amargî û Barîn dikin. Êrîşên ne tenê li ser Efrînê, lê belê li ser tevahî gelê Sûriyêye.
EM BANG LI GELÊ KURDISTANÊ DIKIN
Em bang li gelê Kurd li Kurdistanê û derveyê wê dikin ku erka xwe ya teşhîrkirina kiryarên Tirkiyê û ragihandina peyama gel Efrînê pêk bînin. Em, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û tekez dikin ku şoreşa Rojava, di cewherê xwe de şoreşa jinê ye, berxwedana jinên di Berxwedana Serdemê de nîşan dide ku hewldanên hedefkirtina jin û rola wê biser nakevin. Madem ku rihekî şoreşgerî heye wê ew hewldanan neghêjin serî. Li ser vê yekê pêwîste tevgerên jinan di roja 8‘ê Adarê de helwesta xwe ya derbarê hedefkirian jinên li Efrînê nîşan bibe, ji ber ku êrîşên li ser Efrînê, hêviyên hemû jinên cîhanê di wekhevî de hedef dike.
Bijî Berxwedana Efrînê, bemire dijminên gelan û jiyana hevbeş û bijî têkoşîna azad û demokraziyê.”