COLEMÊRG – Li Colemêrgê amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dê di 19’ê adarê de bê pîrozkirin dest pê kir.
Dê li Colemêrgê di 19’ê adarê de Newroz bê pîrozkirin. Amedakariyên Newrozê li Colemêrgê dest pê kir. Piştî Komîsyona Navendî ya partiyan bernameya Newrozê aşkere kir, li Colemêrgê Komîteya Amadekar hat avakirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li Walîtiya Colemêrgê dan.
Têkildarî mijarê rêveberên HDP’ê li avahiya rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê rêxistina HDP’ê ya navçeya navendî û berdevkê Komîteya Amadekar Necmettîn Açar axivî û diyar kir ku ew ê li kêleka Otogara Bajêr pîrozbahiya Newrozê li dar bixin.
‘WERIN EM BI HEV RE AGIRÊ NEWROZÊ PÊXIN’
Açar anî ziman ku ji bo bu destûrê serî li Walîtiyê dane û got: “Em ê her cure destûra brokratîk bigirin û em ê Newrozê pîroz bikin. Em ji niha ve hemû gelên xwe vedixwînin Newrozê. Newroz ya hemû gelan e. Em bang li tevahiya gel û gelên xwe dikin werin em bi hev re agirê Newrozê pêxin. Em ê li gel hemû zext û zordestiyan li qada Newrozê bin. Ji zarokan heta kal û pîran em li benda her kesî ne bên qada Newrozê.”