Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin

  • jin
  • 13:52 8 Adar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Bi hezaran jin li Dîlok, Riha, Wan, Amed, Enqere, Mêrdîn, Şirnex û Dersimê daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Jinan berxwedana Efrînê silav kirin û diyar kirin ku li pişt gelê Efrînê ne. 
 
Polatforma Jinan a Demorkatîk a Dîlokê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Yeşîlsu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên KESK, SYKP, ODP, HDP, DBP û EMEP’ê û bi sedan jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Em li pey mafên xwe ne” vekirin. Li ser navê jinan Sekretra Şaxa BES’ê Sevgul Ozdemîr daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew li cîhanek adil, wekhev û azad bijîn rizgariya jiyankirinê di destê jinan de ye û ew ê tundî, kuştin, îstîsmar û cudakariya li ser jinê qebûl nekin. Ozdemîr got ku ew ê li dijî her cûre tundî û êrîşan li ber xwe bidin. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan stranên kurdî û tirkî strandin û govend gerandin. Jinan dirûşmeyên “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi civîna çapemeniyê peyama “Em hebûn, em hene û em ê hebin” dan. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê pêk hat. Polîsan nasnameyên jinên hatin civînê kontrol kir û pirsên balkêş ji jinan kir. Hatîce Çevîk û hevjînê xwe Îzzet Çevîk ên ku keça xwe di teqîna Garê ya Enqereyê de winda kirin, endama Meclîsa CHP’ê Yildiz Erbîl Aydinlik, Seroka Baskên Jinan a CHP’a Halîliyê Burçak Onder û gelek jin beşdarî civînê bûn. 
 
Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mumin li ser navê jinan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Rewşa Awarte tundiya li ser jinan rewa kiriye û polîtîkayên bi riya KHK’ê yên jinan feqîr dike û cuda dike xistne meriyete. Mumîn anî ziman ku ew ê gotinên xwe bêjin û gav paş de neavêjin. Mumîn banga rawestandina rojek jiyanê li tevahiya cîhanê kir. 
 
ANTALYA  
 
Platforma Jinan a Antalya bi boneya 8’ê Adarê li avahiya Sendîkayên Kedkarên Buroyê (BES) civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn û slogana “Jin jiyan azadî” berz kirin. Endama Platformê Aynur Seyrek axivî û behsa dîroka 8’ê Adarê kir da zanîn ku ew ê wek jinan li dijî her cûre binpêkirin, tundî û êrîşan mafê jiyanê biparêzin û ew ê destûr nedin faşîzma AKP-MHP’ê. 
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan xelas bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Di rasthatina heman rojê Platforma Şahmaran a Jinan a Mêrdînê jî li navçeya Qoserê şahiya 8’ê Adarê li dar xist. Şahî li kêleka Otobara Navbajaran pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Dayikên Aştiyê, rêveberên jin ên HDP, DBP û CHP’ê û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. 
 
‘JIN, JIYAN, AZADÎ’NİN SUSMADIĞI ALANDA HALAYA DURDULAR!
 
Dika şahiyê bi nepox û paçên xemrî xemilandin û jin jî bi şalên xwe yê xemrî beşdar bûn. Jinan bênavber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin û dovîzên balê kişandin ser tundî û êrîşan li ser jinan bilind kirin. 
 
Şahî bi strandina awazên Koma Qurbano dest pê kir û jinan jî li gel stranan lîland û dirûşm berz kirin. Polîsan derdora cihê şahiyê dorpêç kir û sekvanan jî danîn ser avahiyên bilind. Drone jî li hewa firandin û bênavber dîmen kişandin. 
 
OCALAN: JIN RIYA BERXWEDANÊ DIBIJÊRIN 
 
Di şahiyê de Dîlek Ocalan axivî û bi silavkirina jin û parlamenterên girtî dest bi axaftina xwe kir. Ocalan got: “Em ji Qoserê dibêjin em ê têkoşîn û berxwedana jinê dewam bikin. Tevahiya jinan li dijî zilm û zextan riya berxwedanê dibijêrin.” 
 
Piştî axaftina Ocalan, nameya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat xwendin. Şahî li gel gerandina govendê bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX 
 
Li Şirnexê jî li Salona Konferansê ya Mehmet Tunç û Asya Yuksel a avahiya HDP’a Şirnexê şahî hat li darxistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Jinan kinên herêma Botanê li xwe kirin û eleqeyek baş nîşanî şahiye dan. Jinan bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin. Rêzgirtin hat girtin û peyamên jinên girtî ku ji girtîgehê şandin hat xwendin. 
 
Parlamenter Îrmez axivî û got ku ew 8’ê Adara hemû jinên Efrînê û hemû jinên li ber xwe didin pîroz dikin. Şahî bi bi strandina Koma Jinên Azad û coşa jinan bi dawî bû. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê jî jinan li Parka Kurtuluşê 8’ê Adarê pîroz kir. Li gel hemû dorpêça polîsan jî jin hatin qadê û pankarta “Em bi piştevaniyê xûrtir dibin û jiyanê birêxistin dikin” vekirin. Balkêş bû ku gelek jin rengên xemrî, sor, kesk, zer li xwe kiribûn û beşdarî çalakiyê bûn. Jinan bi pankart û dovîzên rakirin îstîsmar, tundî û êrîşên li ser jinan şermezar kirin. Jinan bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên rê li ber îstîsmarkirinê vedikin da. Her wiha jinan wêneyên Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sebahat Tunce hildan. 
 
Di çalakiyê de li ser navê jinan ji Platforma Jinan a Enqereyê Gulşah Ozturk axivî û polîtîkayên hikumetê yên li dijî jinan şermezar kir û got ku dê jin bi hêza xwe vê tabloya bixeter biguherînin. 
 
Piştî pêşandana Skeçê, baran barî. Lê jinan guh neda baranê û li gel strana “Çi ji te re û çi ji kê re ye” reqisîn û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin. 
 
DERSIM 
 
Li Dersimê jî di pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê de bi sedan jin li Qada Seyit Riza kom bûn û 8'ê Adarê piroz kirin. Jinan di bin barana zêde de bi coşek mezin pîrozbahî pêk anîn. Polîsan pankarta Jinên HDP’î ya “Jin jiyan azadî” asteng kir û destûr neda têxin qadê. Lê piştî israrara jinan, pankart xistin hundir. Jinan li qadê bê navber silogana “Jin jiyan azadî” berz kir. 
 
Li ser navê Platforma Jinan a Dersimê endama Platformê Nurşat Yeşîl daxuyanî da û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna azadî, wekhevî û berxwedanê ye. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan li ber def û zurneyê govend gerandin. Pîrozbahî bi govend û siloganan bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

11/03/2018
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî