EFRÎN – Xebatkarên jin ên Tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurdistanê ku bûn şahidê mirina zarok û jinan, diyar kirin ku di şer de bi taybetî jin û zarok tên kuştin û wiha got: "Rêxistinên navneteweyî yên tenduristî, hiqûq û alîkariya mirovan li hemberî şerê li ser Efrînê bêdeng dimînin.
Tevî biryara agirbestê ya NY'ê Tirkiye ji hewayî û bejayî ve 48 rojin axa Efrînê bombe dike. Di topbarana TSK'ê de heta niha zêdetirî 200 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 400 zivîl birîndar bûn. Xebatkarên jin ên Tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurdistanê ku bûn şahidê mirina zarok û jinan, helwesta rêxistinên navneteweyî yên tenduristî, hiqûq û alîkariya mirovan li hemberî şerê li ser Efrînê nirxandin.
‘RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ KER Û KOR IN'
Xebatkara Şaxa Heyva Sor a Kurdistan ya Efrînê Hemîde Îbrahim, diyar kir ku 48 rojin bê navber bombe tên barandin û wiha got: "Em di bin êrîşên tang, top û bombeyan ên dijwar de xizmeta tenduristiyê didin. Rêxistinên tenduristiyê û alîkariya mirovahiyê yên navneteweyî ker û kor in. Em wekî xebatkarên tenduristiyê dixwazin rêxistinên alîkariya mirovan, hiqûqî û tenduristiyê jî li Efrînê bibînin. Em dipirsin çima bêdeng in. Her roj sivîlan qetil dikin. Ez li Heyva Sor a Navçeya Bilbilê kar dikim. Me di êrîşan de nekarîbû biçin zarokan û birîndaran rakin. Ji ber ku êrîşên tang û topan berdewam dikir. Îro jî heman rewş didome. Raste rast maşîneyên tenduristiyê dikin hedef. Me gelek zarok dema mirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû zahmetî û êrîşan em hewl didin zarokan rizgar bikin. Her çend êrîş zêde bin jîsa moralê me zêde ye. Di her şertî de heta dawî em dê xizmeta xwe berdewam bikin. Sedema hebûna me rizgarkirina jiyana mirovan e."
‘EM ŞÛN ŞAHIDÊN KOMKUJIYÊ'
Xebatkara Şaxa Heyva Sor a Kurdistanê ya Efrînê Leyla Mistefa ku 5 salin li vir xebatê dimeşîne jî diyar kir ku rêxistinên navneteweyî yên tenduristiyê li dijî van êrîşan bêdeng e û wiha got: "Li ser gelê me hovîtiyek tê meşandin. Me mang li rêxistinên alîkariya mirovan, tenduristî û hiqûqê kir. Lê bêdeng dimînin. Me ji bo jiyana mirovan hewl da. Lê her dem maşîneyên me kirin hedef. Îro hemû cîhan dibîne, lê bêdeng e. Ev sûcê mirovahiyê ye. Pêdiviyên derman pir zêde ne. Her çend baweriya me ji rêxistinên navneteweyî nemînin jî dîsa em bang li wan dikin ku îlacan bişînin. Ev erka mirovahiyê ye. Li gelek nokteyan mirov bi komî hatin kuştin."
‘PÎROZBAHIYA 8'Ê ADARÊ YA LI EFRÎNÊ PIR BI WATE YE'
Mistefa, bal kişand pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Efrînê û wiha got: "Gelek bi wate ye ku jin hatin li Efrînê 8'ê Adarê pîroz dikin. Em 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi coş û kedek mezin pîroz dikin. Her çend êrîş hebin jî em dê bidin jiyandin û em dê bijîn. Ji bilî serkeftinê şensê me tune ye."
‘DIVÊ RÊ LI PÊŞ KUŞTINA SIVÎLAN BIGIRIN'
Xebatkara Şaxa Heyva Sor a Kurdistanê ya Efrînê ku mehek berê ji Dêrîkê hat, Newroz Xelîl jî diyar kir ku ji sala 2012'an heta niha alîkariya sivîlan dike û wiha got: "Dema mijar dibe mafê jin û zarokên kurd cîhan bêdeng e. Dewleta Tirk şerekî pir hov dimeşîne. Li vir pir aşkere komkujî tê kirin. Gelek jin qetil kirin. Bi taybetî jin tên qetilkirin. Me zarok û jin ji bin kavilên xerabûyî derxistin. Ma kurd ne mirov in. Divê em li hemberî kuştina sivîlan bêdeng nemînin û divê em kuştina sivîlan rawestînin."
MA / Selamî Aslan