EFRÎN – Nûrî Dersimî ji komkujiya Dersimê rizgar bû û li navçeya Mabeta Efrînê li mala Huseyin Sitto bicih dibe. Sitto got ku dijminahiya bi salan e dewam dike îro gihîştiye Efrînê.
Êrişên li dijî Efrînê di roja 48’an de dewam dike. Li dijî êrîşên li ser Efrînê bi her awayî û biryarê bi berxwedanê bersiv tê dayîn. Heta niha bi sedan siviîl di bombebarankirinê de jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Di nav ên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn zarok jî hene.
Li gel hemû êrîşan jî efrînî axa xwe naterikînin û bala hemû cîhanê dikişîne. Di vê berxwedana tê dayîn de yên ku bûne pêşengê gel jî cih digirin.
NURÎ DERSIMÎ KIR MÊVANÊ XWE
Yek ji van kesan jî Huseyîn Sitto ye. Sitto ji komkujiya Dersimê vir ve 90 sal in şahidiya komkujiya li ser gelê kurd dike. Sitto li navçeya Mabeta dijî û bi taybetî bi piranî kurdên elewî yên ji komkujiya Dersimê ya 1938’an rizgar bûne û li wir bicih bûne.
Sitto heta ku Nurî Dersimî jî li mala xwe kiriye mêvan. Sitto got ku bi dehan sal e gelê kurd bi êrîşên topyekûn re hevrû maye û her tim mirin û komkujî bûye para kurdan. Sitto got ku mînaka herî dawî jî va niha li Efrînê û navçeyên wê pêk tê.
‘EZ MIRIM JÎ BILA LI MALA XWE BIM’
Sitto yê nexweş anî ziman ku ew dibe şahidiya dengê bombebarankirina dijwar û ji ber van êrîşan her roj rewşa wî xerabtir dibe. Sitto ji nas û xizmên xwe re wiha dibêje: “Heke ku ez rojekê bimrim jî, bila ez li mala xwe bimrim.”
Sitto her çiqas ji ber nexweşîna xwe zehmetiyan bikişîne jî lê bersiv da pirsên me û bibîr xist ku dîroka komkujiyan bi kuştina jin û zarokên li Efrînê tên kuştin li ber çavê wî taze dibe.
Sitto wiha behsa wê serdema Nurî Dersimî çû gel wan kir: “Wê demê komkujiyek mezin li Dêrsimê pêk hatibû. Dersimî û çend hevalên xwe hatin vir. Ji aliyê Hassayê derbasî vir bûn. Hatin gel malbata Qocê. Wê demê Fransizî ji li herêmê hebûn. Malbata Qocê got ‘Heke Fransizî ji vir vekişin, dê tirk te bibînin û em nikarin te biparêzin.’ Li ser vê yekê Nurî Dersimî derbasî Mabetayê bû. Pişt re jî diçû herêma Cizîrê û dihat.”
NURÎ DERSIMÎ Û HEVJÎNA WÎ FERÎDE LI REX HEV VEŞARTIN E
Sitto diyar kir ku Dersimî nasnavê “doktor” ji wir wergirt û Dersimî bi Heleb û Şamê re jî têkilî li pêş dixist.
Sitto wiha dirêjî da axftina xwe: “Li Şamê doktorek bi navê Nazim Kutsî hebû. Li wê qadê demek bi wan re xeibitî. Pişt re Dersimî li vir ma. Hemû kesî wî nas kir. Beriya bimire digot ‘Min li axa Kurdistanê veşêrin.’ Piştî mir jî me wî li ser riya Helebê li Goristana Henan veşart. Hevjîna wî Ferîde jî piştî wî bi salan şûn ve jiyana xwe ji dest da û me wê jî li kêleka Dersimî defin kir. Niha her dul i kêleka ev radikevin.”
WÊ GOTINA WÎ TU CAR JÎ BÎR NEKIRIYE
Sitto destnîşan kir ku Dersimî di sohbetên xwe de pir behsa Dersim û komkujiyan dikir û wiha axivî: “Her tim behsa komkujiya 38’an û yên din dikir. Vê gotina wî tu carê ji bîra min naçe. Her tim ji hevjîna xwe Ferîde re digot ‘Şêr şêr e, çi jine çi mêre.’ Gotina wî ya di bîra min de maye ev e. Carna diçûm ser gora wî ziyaretê. Niha ji ber extiyariyê nikarim biçim. Ez nikarim ji nav nivînan rabim. Min dixwest heke cara dawîbûya jî wî û Ferîde xanimê ziyaret bikira. Ji ber zilma dewleta tirk reviyabû û hatibû vir. Bi hesreta welat û warê xwe jiyana xwe ji dest da.”
‘EFRÎN ÇI BI KÊ KIRIYE?’
Sitto anî ziman ku ji wan rojan ve heta îro dijminahiya li ser wan bi dawî nebûye û got: “Ev dijminahî îro gihîştiye Efrînê û li vir didome. Efrîn çi bi kê kiriye? Efrîna kulîlka herêmê ye. Tu carî qiyametek wiha nedîtiye. Malovaniyê ji mirovan re dike. Çima tirk li Efrînêdidin. Bi şev û roj bombebaran dikin. Em nikarin ji ber dengê bombeyan rakevin û dibêjin gelo çi dibe?”
MA / Nazim Daştan