MEXMÛR - Zarokên penaber yên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê stranek li ser berxwedana gelê Efrînê ristin û pêşkêşê hemû zarokên Efrînê kirin.
Zarokên penaber yên Mexmûrê stranek bi navê ‘Çiqa Zeytûnê’ li ser berxwedana Efrînê ristin û diyarî zarokên Efrînê kirin. Koma zarokên Weqfa Jin a wargehê ji ber şerê Tirkiye yê li ser Efrînê dimeşîne û zarok jiyana xwe ji dest didin, stranek derxistin.
Bestekara sitranê Çîdem Oren diyar kir ku komek zarok di bin sîwana Wexfa Jinê de perwerdeya hûnerî dibînîn û wiha got: "Navê koma me Şehîd Delîla ye. Dema min temaşeyî dîmenên ku êrîşên li ser Efrînê di nûçe yan jî di dîmenan de dikir, çawa ku zarok di nav şer de diman, gel dihat qetilkirin û êşa zarok û dayîkan ticarî ji ber çavên min ne diçûn. Bi van dîmenan ez gelek bi hêrs û hestiyar dibûm û ev hest hêla kû ez stiranek bi navê “Çiqa Zeytûnê” binivîsim."
Mamoste Axîn Kabul jî diyar kir ku wê ciwan û zarokên Mexmûrê her tim li gel zarokên Efrînê bin û ew bi tenê nînin û got: “Em vê stranê diyarî kulîlkên Efrînê dikin û bawer dikin ku wê berxwedan serbikeve.”