11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin

  • rojane
  • 12:16 22 Gulan 2022
  • |
img

STENBOL - Xwîşka Talat Turkoglu ku 26 sal berê hatibû windakirin Munîbe Turkoglu diyar kir ku dayika wê heta dawiya emrê xwe dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda û wiha got: “Gotina dayika min a herî dawî ev bû; ‘dev ji lêgerîna kurê min bernedin.’ Piştî dayika xwe jî min dest bi têkoşîna edaletê kir.”

 
 
 
Dayikên Şemiyê ku li hestiyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin/qetilkirin digerin, aqûbeta wan dipirsin û dixwazin hesabê ji dewletê bipirsin, di 27’ê gulana sala 1995’an de li Qada Galatasarayê kom bûn. Li gel ku hatin binçavkirin, girtin, îşkencekirin û hedef hatin nîşandan jî, ev 27 sal in têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomînin. Dayikên Şemiyê, vê mîrasa xwe ya têkoşînê niha jî dewrî nifşên nû dikin. Li gel çalakiya ku Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de dabû destpêkirin, dîroka 17-31’ê gulanê jî bi pêşengtiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) weke “Hefteya Windakiriyan” tê bibîranîn. 
 
Ji ber polîtîkaya dewletê ya “Bi darê zorê bide windakirin” a salên 90’î, bi hezaran kes bi awayekî “Kiryarnediyar” hatin qetilkirin/windakirin. Yek ji van kesan jî Talat Turkoglu ye ku di 1’ê nîsana sala 1996’an de piştî ku ji malê derketî êdî tu agahî jê nehatin girtin û dosyaya ber “demborînê” ket û hate girtin. Turkoglu, di 29’ê adara sala 1996’an de çû serdana dayika xwe ya li Edîrneyê û di 1’ê nîsana heman salê de xwest vegera mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê. Ji wê rojê ve tu agahî ji Turkoglu nayên girtin. Turkoglu, Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê yê berê bû û piştî ku hatî windakirin, dayika wî Ziynetî Turkoglu serî li ÎHD’ê da û li Qada Galatasarayê kujerên kurê xwe pirsiya. Di sala 2007’an de jî xwîn çû ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da. Piştre jî keça wê Munîbe Turkoglu (55) têkoşîna wê berdewam kir. 
 
GOTINA DAWÎ YA DAYIKA WÊ: DEV JI LÊGERÎNÊ BERNEDIN
 
Munîbe Turkoglu qala têkoşîna edaletê ya 26 salan kir û gotinên dawî yên dayika xwe wiha bi bîr xist: “Dema ku dayika min di sekratê de got; ‘dev ji lêgerîna kurê min bernedin.’ Kekê min gelek caran ji bo serdanê dihat Edîrneyê. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî 4 caran hate binçavkirin. Li girtîgehên Bayrampaşa, Mamak û Metrîsê a. Dema li Metrîsê îşkenceyeke giran lê hat kirin û bi salan di girtîgehê de ma. Herî dawî di 5’ê cotmeha 1994’an de hate girtin û dema dihat darizandin hate berdan. Ji bo serdanê hate Edîrneyê. Ji me re got ku heta ber deriyê mala me ya li Edîrneyê jî polîsên sivîl li pey wî hatine. Got; ‘Ez ê du rojan bimînim û biçim.’ Şeva ku li cem me mayî, hinek kes bi deriyê mitbaxê lîstibûn û şopên pêyan li şaneşînê hebûn. Kekê min jî got; ‘Di esasê xwe de ev ji bo girtina min hatin lê piştre lêve bûn. Li pey min in.’ Kengî bihata malê, ‘em bi dilgermî hembêz dikirin.’ Ew dîtin, bû dîtina dawî.” 
 
SERPÊHATIYA TEVLIBÛNA ÇALAKIYÊ
 
Bi domdarî Turkoglu da zanîn ku piştî geriyana jinbiraya wê jê agahdar bûn ku kekê wê hatiye windakirin û wiha domand: “Em her tim hişyar dikir û digot; ‘heke we agahî ji min negirt û hatim binçavkirin, teqez serî li emniyetê û sazî û dezgehan bidin û dengê xwe derxînin.’ Wê demê gelek kes dihatin binçavkirin û windakirin. Me her tim dibihîst lê ev hestekî cuda bû. Me serî li her saziya fermî da. Emniyetê qebûl nekir ku birayê min hatiye binçavkirin. Me serî li rêxistin civaka sivîl jî dan. Parêzerê me got; ‘Qada Galatasarayê heye. Kesên xizmên xwe windakirine li wir têdikoşin.’ Hevnasîna me ya bi ÎHD û Dayikên Şemiyê re jî wisa dest pê kir. Ez û dayika xwe her hefteyê tev li çalakiyê bûn. Mehek piştre çalakiya ‘we sax girtin û em sax dixwazin’ ku wêneyên Talat hebûn, hate destpêkirin. Her wiha em tev li çalakiya ‘Li dijî tarîtiyê findekî pê xe’ ya Edîrneyê dibûn. Lê çalakiya Dayikên Şemiyê gelek deng veda. Têkoşîna dayikan a mafdar bandorekî mezin li her kesên xwedî wijdan kiribû.” 
 
'TU CARAN HÊVIYA XWE QUT NEKIR’
 
Turkoglu, anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di dinyayê de yek ji çalakiyên herî aştiyane ye û wia pê de çû: “Dema em nû beşdarî çalakiyê bûyîn dayika min wiha got; ‘Keça min em ne bi tenê ne lê haya me ji tiştekî nebû.’ Daxwaza hemû kesên li qadê gotina; ‘me jiya bila kesekê din nejî’ bû. Dayika min her hefteyê hem weke Dayika Aştiyê û hem jî weke xizma windakiriyan tev li  çalakiyan bû. Em jî carnan pê re tev li dibûn. Demek piştre Qada Galatasarayê li çalakiyan hate qedexekirin. Dayika min tu carî hêviya xwe qut nekir. Her tim digot; ‘kurê min kesekî gelek biaqil e dê rêyekî bibîne û were.’”
 
‘HETA MIRINÊ JÎ TÊKOŞIYA’
 
Di berdewamê de Turkoglu daxuyand ku çavên dayika wê heta roja dawî jî li rêya vegera birayê wê bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî niha têkoşîna wê didomînin. Her tim bihêvî bû û li benda vegera kekê min bû. Lê ne birayê min vegeriya û ne jî telefona ku ew li bendê tu carî lê da. Heta sala 2007’an jî têkoşiya. Pêvajoyeke giran bû û rastî êrişan hatin. Em dihatin şopandin û bi navê diziyê du caran ketin mala me. Lê giliyên me bêencam diman. Xwîn rijiya ser mejiyê dayika min û 70 roja li nexweşxaneyê ma. Gotina wê ya herî dawî ev bû; ‘Keça min dev ji lêgerîna birayê xwe bernedin.’ Mîraseke wiha bo me hişt. Piştî wefata dayika min jî em her hefteyê çûn çalakiyê. Di roja me de jî mirov tên windakirin. Divê hemû kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û baş bifikire. Birayê min dem biçûk qezayeke giran derbas kiribû.Dayika min digot; ‘xweziya di wê qezayê de mirîbûya. Qet nebe dê me bigota di qezayê de mir.’ Bi ser re hezar sal jî derbas bibin em ê van êşan ji bîr nekin. Em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Em dizanin ku em wan bi saxî nabînin lê qet nebe bila êdî kesekê din neyê windakirin û kujerên wan bên cezakirin.”
 
MA/ Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

26/05/2022
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin