‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’

  • rojane
  • 10:23 22 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiya bi navê Zeynep Temel diyar kir ku di salên 90’î de li gel ewqas zilm û zordariyê jî cerdevanî qebûl nekirine û wiha got: “Me xaka xwe neterikand. Gelê kurd bi têra xwe zilm û zordarî dîtiye. Divê ji dîroka xwe dersê bigire û cerdevaniyê qebûl nekin. Bila cerdevan ji xwe şerm bikin.” 
 
Dewleta tirk di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin, rûxand, xelkê wê koçber kir û zordariyeke mezin li ser gel kir. Di heman demê de li şêniyên gundan cerdevanî ferz kir û gelemperiya kesên li dijî vê sepanê derdiketin jî hatin koçberkirin. Yek ji gundên ku rastî zilm û zordariya dewletê hatin jî gundê Setkariyê yê Elkê ya Şirnexê ye. Tevî hemû zilm û zordariyê jî şêniyên gund cerdevanî qebûl nekirin û li ser xaka xwe man. Ji şêniyên gund Zeynep Temel (55) têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku divê gelê kurd bi tu awayî cerdevaniyê qebûl neke. 
 
Zeynep Temel, diyar kir ku zilm û zordariyeke mezin li wan hate kirin û wiha got: “Xwestin me ji gund derxînin û cerdevanî li me ferz kirin. Lê me cerdevanî qebûl nekir. Em tu carî bêrûmetiyeke wisa qebûl nakin. Lewma zilma li ser me zêdetir kirin. Her roj bi ser gund de digirtin û hewl dan me koçber bikin. Hevjînê min gelek caran hate îşkencekirin û bi salan di girtîgehê de ma. Ji ber îşkenceyên lê hatibûn kirin, astengdar bû. Em kurd in û tiştên li dijî nirxên xwe qebûl nakin. Li gundê me kesekî cerdevanî qebûl nekir û niha jî tu cerdevan nînin. Tevî ewqas zilmê jî me gundê xwe berneda. Em cerdevanên tev li şer dibin şermezar dikin. Ew jî kurd in. Bila ji xwe şerm bikin.” 
 
‘DIVÊ KURD BO XWE DERSAN JI DÎROKÊ BIGIRIN’
 
Bi domdarî Temel anî ziman ku heke kurdan cerdevanî qebûl nekiribûya, li herêmê ewqas zilm nedihat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke cerdevan bi dijmin re tevnegeriyabûna, dê ev parçebûn çênebûbûya. Dê welatê me jî nehata dagirkirin. Tişta herî xirab jî cerdevan dikin. Heke ji xiyaneta wan nebûya, ewqas koçberî û kuştin çênedibû. Divê kurd bo xwe dersan ji dîroka xwe bigirin. Tiştê ku me nejiyayî nema ye. Dil û bîranînên me bi êş û eleman tije ne.” 
 
‘EM Ê XIYANETA BARZANIYAN JI BÎR NEKIN’
 
Di berdewamê de Temal bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û ev tişt anî ziman: “Em ê tu carî vê xiyaneta Barzaniyan ji bîr nekin. Me ewqas êş û zilm dît. Ma em ê çawa xiyaneta Barzaniyan ji rêzê bibînin? 7 sal berê gundê me hate topbarankirin û kurê min şehîd bû. Pê re tiyê min û jinmam a min jî jiyana xwe ji dest dan. Kurekî min niha li Wanê di hefsê de ye. Kurdan gelek êş û zilm dîtin. Êrişên ser me niha jî berdewam in. Dewleta tirk tu carî bela xwe ji me venake. Niha jî bi Barzanî re li dijî me şer dike. Barzanî êdî mîna dewleta tirk e. Heqê Barzanî nîne ku kurdan bi kurdan bide kuştin. Tirk birine ser xaka kurdan û tiştên kirêt dike.” 
 
‘DILÊ ME BI ZAROKÊN ME RE YE’
 
Temel, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dayik li dijî şer in. Niha li hêla Iraqê şerekî giran heye. Dilê me bi zarokên me re ye. Hêvî û duayên me li gel wan in. Em dayik serkeftin û aştiyê dixwazin. Barzanî ji zû ve ye xiyanetê dikin. Barzanî bûye hevalê dijmin. Xiyaneta Barzanî, bêbextiya li dijî kurdan e. Ew tiştê kes jî qebûl nake û hemû kurd jî dizanin ku ev tişt şaş e. Lê bi sala ye kurd li dijî xiyanetê li ber xwe dide û dê bi ser jî bikevin.”
 

Sernavên din

26/05/2022
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin