Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye

  • rojane
  • 09:06 22 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dijî qanûnê ye û wiha got: "Hiqûqa navneteweyî jî bi awayekî siyasî nêzî vê meseleyê dibe." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ji 25'ê adara 2021'ê heya niha xeber nayên girtin. Zêdetirî 13 meh in ne parêzerên wî, ne wasiyê wî û ne jî malbata wî nikarin hevdîtinê pê re bikin. Mafê hevdîtinê yê Ocalan bi hinceta cezayên disiplînê yên par hatine dayîn tê astengkirin.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tecrîda li Îmraliyê û cezayên disiplînê yên wekî hincet tên nîşandan nirxandin. 
 
PERGALA ÎNFAZÊ YA ÎMRALIYÊ
 
Keskîn anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan dem bi dem diguhere. Keskîn bibîr xist ku heya salên 2000'an "keştî xerabe ye" wekî hincet dihat nîşandan. Keskîn bilêv kir ku ev hincet dûrî rastiyê bû û biryarên wê demê biryarên Daîreya Şerê Taybet bû. Keskîn ku wê demê yek ji parêzerên Ocalan bû, diyar kir ku wê demê gava hevdîtin bi dozger re kirine, dozger ji wan re gotiye "ê karbidest ne ez im" û wiha domand: "Ji wê çaxê heya niha dewletê li Îmraliyê ne hiqûqa xwe ya navxweyî bi kar anî ne jî peymanên navneteweyî yên îmzeya wê li bin. Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya ecêb ku yek ji me jî jê fêm nake û kes jê xwe nade ber karbidestiyê heye." 
 
Keskîn destnîşan kir ku tecrîd tê wateya "îzolekirina ji civakê" û ev pêkanîn di salên 2000'an de bi çêkirina Girtîgehên Tîpa F'yê pêk hatiye û ji bo vê "Operasyona Vegera Li Jiyanê" ku tê de 28 girtî jiyana xwe ji dest dabûn bibîr xist. Keskîn got: "Ev pergala tecrîdê asas ji bo Ocalan hatibû çêkirin. Ez wisa difikirim ew bûyer jî girêdayî vê bûn." 
 
POLÎTÎKAYA ŞER Û TECRÎD
 
Keskîn diyar kir ku di salên 2000'an de tevî hin astengiyan jî parêzeran hevdîtin bi Ocalan re dikirin, lê piştî pêvajoya di bin navê "çareseriyê" de ya di navbera 2013-2015'an de bi dawî bû tecrîda li Îmraliyê dijwartir bûye. Keskîn destnîşan kir ku Ocalan aktorekî siyasî yê mezin e û got: "Gava nayê xwestin dengê Ocalan bê bihîstin tecrîd girantir dibe." Keskîn anî ziman ku sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan polîtîkayên şer ên li hundur û derve ne. 
 
ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ
 
Keskîn destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bi hiqûqê nayê ravekirin û got, peymanên navnetewî yên ku Tirkiyeyê îmze daniye binî wan vê yekê qedexe kirine. Keskîn bilêv kir ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re dijqanûnî ye û got: "Mixabin mekanîzmaya venihêrandinê ya peymanên bi vî rengî nayê şixulandin. Tirkiye van peymanan binpê dike. Hiqûqa navnetewî jî bi awayekî zêde nêzî vê meseleyê dibe. Bi taybetî jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Neteweyên Yelbûyî pir siyasî nêzî meseleya kurdî dibin. Tew Tirkiyeyê diparêzin. Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Hiqûqa xwe ya navxweyî jî binpê dike." 
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Keskîn di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku biryarên ku Tirkiye dide ne biryarên hiqûqî ne, siyasî ne û got: "Tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li girtîgehan, astengiyên mezin ên li ber azadiya fikr û ramanê... A rast em hemû di girtîgehekê de ne. Ê min bi xwe 26 sal cezayê min ê hepsê, qedexeya min a derketina derve, kontrolên min ên edlî hene û dibe ku ji nişka ve bêm girtin. Em hemû tên tecrîdkirin. Ev tecrîd li seranserê erdnîgariyê belav bûye. Ez ji sala 1989'an ve di nava tevgerên mafên mirovan de me. Em bûn şahidê pêvajoya êrişên fizîkî, cinayetên kontrgerîllayan û windayan. Lê min tu carî wekî niha nedîtiye ku bê azadiya fikr û ramanê ev qasî hatibe binpêkirin." 
 
Keskîn diyar kir ku demildest divê tecrîda bi dawî bibe û ji bo Ocalan karibe dîtinên xwe ragihîne derve divê derfet bên çêkirin. 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

26/05/2022
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin