EDENE - Parêzerê girtiyê nexweş Selamî Keleş ku her diçe rewşa wî xerabtir dibe, ji bo Keleş bê berdan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.
Yek ji girtiyê nexweş ê rewşa wî giran ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire jî Selamî Keleş e. Nexweşîna epîlepsiyê li Keleş peyda bûye. Keleş di Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de ye.
Li ser hewldanên parêzvanên mafên mirovan û Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê, di 24'ê Çileyê de Keleş ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargiriyê ya Bakirkoyê hatibû kirin.
Parêzerê Keleş, ji bo muwekîlê wî bê berdan bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Di serldanê de rapora ku Desteya Pisporê Edlî yê Pişka Tiba Edlî ya Fakulteya Tbê ya Duzceyê dabû cih girt û hat diyarkirin ku raporeke wî ya nexweşxaneyeke tam teşekullî tune ye. Di raporê de hat xwestin ku divê Keleş demildest bê berdan.