Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin

  • rojane
  • 14:17 20 Gulan 2022
  • |
img
RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li navçeya Xelfetiyê di daxuyaniya bi armanca bertek nîşandana tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hatiye lidarxistin de axivî, destnîşan kir ku sedemê qeyrana li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye û banga têkoşîna bi hev re li gelan kir. 
 
Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, xwestin biçin gundê Amara ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve. Lê leşkeran ketina gund bi hêceta “biryara qedexe” ya walitiyê heye, asteng kirin. Şandeyê li ser vê yekê ji bo balê bikişînin tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li pêş avahiya HDP’a Xelfetiyê daxuyanî da çapemeniyê. Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Pero Dundar, Dersîm Dag, Remziye Tosûn û Mahmût Togrûl, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û bi dehan kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘LI AMARAYÊ QANÛNEKE TAYBET HEYE’
 
Di daxuyaniyê de ewilî biraziyê Rêberê PKK’ê û parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Destûr nedan ku mevanên me bikevin gund. Qanûneke taybet heye, kes nikare serdana gundê birêz Ocalan bike. Ev bêçariya dewletê ye.  Bila dest ji vê berdin. Wê her tim mevanên birêz Ocalan heb in. Birêz Ocalan bîr û baweriya gelê kurd e. Deriyê me ji herkesê re vekiriye, herkes dikare were serdanê. Bi zilm û bêqanûniyê kes nikare vê yekê asteng bike. Em ê xwedî li vê paradîgmayê derkevin. Deriyê Birêz Ocalan her roj ji hezkiriyên wî re vekiriye. Em vê astengkirinê qebûl nakin. Ditirsin. Amara wê her tim rol û misyona xwe bilîze. Ez ji hemû kesên tev li daxuyaniyê bûn re dibêjim hûn bi xêr hatin navçeya birêz Ocalan.”
 
‘GEL JI BO AZADIYA OCALAN TÊDIKOŞIN’
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, astengkirina wan a ketina gundê Amarayê bi bîr xist û wiha got: “Ev neçariya desthilatê ye. Me îro xwest nîşan bidin ku birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê çi kesayetekî jêveneger e. Hemû cîhan pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo gelan dizane. Ne tenê kurd hemû gelên cîhanê ji bo azadiya birêz Ocalan, avakirina demokrasiyê têdikoşin.”
 
Aydenîz, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li gelek deverên cîhanê kampanya tên birêvebirin û wiha berdewam kir: “Her kes dizane ku felsefeya birêz Ocalan alternatîfa vê pergalê ye. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê dixwaza li Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîdê kûr bike û aloziyê belav bike.”
 
BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Aydenîz, bang kir ku tecrîda 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê didome bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Hemû rêbazên antî demokratîk li Î mraliyê dest pê kirin û belavî girtîgehan û gelan bû. Hemû bêhiqûqî bingeha xwe ji bêhiqûqiya li Îmraliyê werdigirin. Sedemê qeyrana Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Qada hevpar a hemû gel lê têbikoşin, bilindkirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê ye. Em ê her roj her saet diyar bikin ku astengiya herî mezin a pêşberî gelan tecrîd e. Em ê ji her derê berê xwe bidin Amarayê. Heta ku polîtîkayên tecrîd, talan, şer bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, civakî bidin domandin. Divê demildest dest ji polîtîkaya tecrîdê bê berdan.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

23/05/2022
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye