AMED – Li Sûrê 2 sal berê polîsan Navenda Tenduristiyê ya Malbatan veguherand biryargehê û ji wê demê ve welatî ji xizmeta tenduristiyê sûdê wernagirin. Li Navenda Tenduristiyê ya ku xizmetê dide 6 taxan tenê du doktor hene.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji ber qedexeya derketina derve di pevçûnên qewimîn de saziyên cemaweriyê yên mîna navendên tenduristiyê, dibistan û wargeh veguherandin qereqolan. Li navçeyên Sûr, Rezan û Yenîşehîrê bi tevahî 11 dibistan, 2 wargeh û 6 Navendên Tenduristiyê ya Malbatan (ASM) veguherandin qereqolan.
Şêniyên taxa Lalebey a Sûrê ji ber ku navenda wan a tenduristiyê hilweşandin û di şûna wê de qereqol ava kirin gazincan dikin. Şêniyê taxê diyar kirin ku 2 sal in ji bo wan xizmeta tenduristiyê nayê dayîn.
‘EM LI ŞÛNA QEREQOLÊ NAVENDA TENDURISTIYÊ DIXWAZIN’
Ji şêniyên taxê Guneş Orak diyar kir ku berê li navenda tenduristiyê 4 doktor, 4 hemşîreyan xizmet didan 40 hezar welatî û got: “Ev demek dirêj e em xizmeta tenduristiyê nabînin. Me dişînin semtên Şehîtlîk û Dagkapiyê. Dema em diçin vir jî bi saetan di dorê de dimînin. Li şûna her deverê bikin qereqol, bila navendek tenduristiyê çê bikin. Ji bo derziyekê em neçar in bi kîlo mîtroyan rê bimeşin.”
‘2 DOXTOR LI 6 TAXAN DINÊRIN’
Orak anî ziman ku kurê wê nexweşê sendroma downê ye û divê birêkûpêk bê dermankirin lê dema qirîzên ji nişka ve derbas dike divê bê dermankirin. Orak diyar kir ku divê qereqolê bibin cihek dinê û ji nû ve navenda tenduristiyê bê çêkirin û xizmeta tenduristiyê bidin wan.
‘EM NEXWEŞÊN XWE BIBIN QEREQOLÊ?’
Orak destnîşan kir ku ev nêzî sê salane her carê wan arasteyî cihekî dikin û wiha got: “Ewil berê me didan Şehîtlîk û Rezanê. Lê niha berê me didin navenda tenduristiya taxa Îskenderpaşa. Tenê du dixtor hene. Em bi saetan li benda dora xwe disekinin. Gelek caran bêyî em muayene bibin, dizivirin malê. Navnedek tenduristiyê li 6 taxan dinêre. Dixtor dê li kî binêre û li kî nenêre. Bi kîjan mantiqî navenda tenduristiya taxê vediguherînin qereqolê. Me hêj fêm nekiriye. Jixwe li derdora me tije qereqol in. Nexweşên me şerpeze bûne. Dema zarokên me nexweş dikevin, li şûna navenda tenduristiyê em bibin qereqaolê?”
‘PÊDIVIYÊ ME LI BER ÇAVAN NAGIRIN’
Safiye Yilmaz a li kolana Dolap a taxa Lalebeyê rûdinê jî got: “Li taxê ne dibistan, park û navenda tenduristiyê heye, lê 4-5 qereqaol hene. Em pêdiviyên xwe bingehîn daxwaz jî dikin, lê qebûl nakin. Bi mantiqê “Çawa dibe bila bibe dê ev der hilweşin” hereket dikin. Dewlet me naxe şûna mirovan. Axaftina me jî êdî ji me re vala tê. Çunkî çawa li gorî kêrî karê wan tê tevger dikin.”
'EM ŞERPEZEBÛNÊ NAXWAZIN’
Azîz Yildiz ê kolana Bohçaci dijî jî da zanîn ku piştî navenda wan a tenduristiyê hilweşandin û kirin qereqol tu kesî bi rêkûpêk xizmeta tenduristiyê ne dîtiye û got: “Em naxwazin her rojê em ji kolanekê biçin kolanek din. Em şerpeze dibin. Em naxwazin şerpeze bibin.”
MA / Esra Solîn Dal