‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’

  • rojane
  • 10:48 20 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Rêveberên MEBYA-DER’ê bertek nîşanî êrişên AKP-MHP’ê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin dan û wiha bang li Erdogan kirin: “Ji bo çareseriyê guftûgoyê pêş bixin. Em banga guftûgoyê dikin lê ew êriş dikin. Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin.” 
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê hezîranê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişê kir. Şerê heyî her ku diçe dijwartir dibe û herêmên navborî bênavber tên bombebarankirin. Tê gotin ku di êrişên heta niha de bi sedan leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. Li gel ewqas êriş û hêza teknîkî jî Tirkiyeyê heta niha ji êrişên xwe tiştek bi dest nexistiye. Di heman demê de ev êriş, rê li ber nerazîbûnên gelê kurd vedike. Têkildarî mijarê rêveberên Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi ajansa me re axivîn. 
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Mevlûde Gungen destnîşan kir ku bi salan in li dijî gelê kurd êrîş û komkûjî tên kirin û wiha got: “Dixwazin kurdan tune bikin. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji doza xwe bernedin. Her ku êriş çêdibin em ê bêhtir xwedî li nasname, çand û zimanê xwe derkevin. Dê kesek nekare me bi êrişan tune bike. Divê gelê kurd zêdetir rabe ser pêyan û li dijî şer bisekine. Heke îro ew bên kuştin, sibe jî dor dê were me. Zarokên me bêxwedî nînin. Em ê her tim bi wan re bin û xwedî li vê doz û têkoşînê derkevin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî vê êrişê derkevin û rabin ser pêyan. Ew der axa Tirkiyeyê nîne lê çima êriş dike? Bila destên xwe yên qirêjî ji xaka me bikêşe. Yên li dijî vî şerî bêdeng, hevkarên şer û komkujiyê ne. Em azadiyê dixwazin. Ji şer re êdî bes e. Me li dijî zilmê tu carî serî netewand. Em naxwazin ji her du aliyan jî ciwan bên kuştin. Dilê min jî şewitiye bila dilê tu dayikên din neşewite.”
 
‘BÛYE HEVKARÊ KOMKUJIYÊ’ 
 
Gungen, hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir û wiha pê de çû: “PDK çawa bûye şirikê şer? Bila Barzanî destên xwe ji vê komkujiyê bikêşin û bibin hevalên gelê xwe. Bila nebin hevkarên komkujiyê. Heke bi alîkariya Barzaniyan nebûya gelo dê Tirkiyeyê çawa bikariya biçe Başûr? Heke îro dora me be, sibe jî dora wan e. Ji neyaran tu carî dost çênabin. Tirkiye bi van êrîşan dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike. Heke Erdogan ewqas dilxwazê şer be, bila zarokên xwe bişîne şer. Tirkiye bira bi birayî dide kuştin. Bi şer çareserî nabe. Dê di dawiya dawî de serkeftin a azadiyê be. Bila cerdevan jî dev ji çekên xwe berdin û xiyanetê li gelê xwe nekin.”
 
‘EM Ê KURDISTANEKE AZAD AVA BIKIN’
 
Têkildarî mijarê ji rêveberên MEBYA-DER’ê Kumrî Babat jî got ku ji ber şerê heyî dilê dayikan dişewite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dayik aştî û wekheviyê dixwazin. Ji bo sekinandina şer em dixwazin bi Tirkiyeyê re diyalogê pêş bixin lê qebûl nakin. Em dibêjin azadî, ew dibêjin şer. Em naxwazin şer birije. Bila hemû dayik ji bo zarokên xwe rabin ser pêyan. Tu tişt bi şer çareser nabe. Ev şerê xiyanetê û li dijî mirovahiyê ye. Banga me ji kurdan re ew e ku neyên lîstikan û nebin neyarên gelê xwe. Bila gelê kurd bibe yek û yekitiya xwe ava bike. Kurd, xiyanetê qebûl nakin. Divê Barzanî xwedî li nasnameya xwe derkeve. Di dema Sedam de Barzanî reviyan û gelê kurd xwedî li wan derket. Lê niha ew ji dijmin bêhtir êrişî me dikin. Heke wijdana wan hebe bila hevkariyê nekin. Kurt tu caran tune nabin û dê Kurdistaneke azad ava bikin.”
 
‘BI XIYANETÊ DÊ TIŞTEKÎ BI DEST NEXIN’
 
Ji rêveberan Leyla Aykal jî bi lêv kir ku ew ê tu carî şerê xiyanetê ji bîr nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Barzanî jî kurd e lê bi dijmin re tevdigere. Heke bi alîkariya wan nebûya, Tirkiyeyê nedikariya biçe Başûr. Xiyaneta wan, keyfa Tirkiyeyê tîne. Êdî tiştekî bê gotin nemaye û divê hemû kes serî rake. Di şerê Ûkraynayê de hemû cîhanê dengê xwe bilind kir lê li dijî şerê Başûr bêdeng man. Em kurd heta nebin yek dê nekarîn tiştekî bi dest bixin. Bawerim Barzaniyan paşeroja xwe ji bîr kiriye. Bi xiyanetê ve dê tiştekî bi dest xe ve neyînin. Mirovek çawa dijminatiyê li qewmê xwe dike? Heke kurd bûbûna yek, welatê me parçe nedibû û niha ji zû ve Kurdistan azad bûbûya. Divê kesek li dijî şer bêdeng nemîne. Em azadî û demokrasiyê dixwazin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 

Sernavên din

23/05/2022
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye