30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet

  • rojane
  • 10:04 20 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Hacî Durmuş 30 salan di teşkîlata emniyetê de notirvanî kir. Durmuş, diyar kir ku notirvanî weke amûra şerê taybet tê bikaranîn û wiha got: “Zilmê li gelê kurd dikin. Divê ciwanên kurd nebin notirvan. Bila di karên ku xizmetê ji gelê wan re dikin bixebitin.” 
 
Notirvaniya îdarî di 24’ê nîsana sala 1914’an de bi “Qanûna Derheqê Notirvanên Sûk û Taxan” re dest pê kir û di 14’ê tîrmeha sala 1966’an de jî bi “Qanûna Notirvanên Sûk û Taxan” a bi hejmara 772’yan hate rakirin. Di sibata sala 2020’an de jî teklîfa qanûnê ya “Qanûna Notirvanên Sûk û Taxan a bi hejmar 7245” dîsa pêşkeşî Meclisê hate kirin. Pêşnûme, di Komîsyona Karên Hundir de bi dengên AKP û MHP’ê hate qebûlkirin. Pişt re jî li Lijneya Giştî ya Meclisê hate erêkirin û bû qanûn. 
 
Bi qebûlkirina vê qanûnê re êdî li her bajaran tundiya notirvanan dest pê kir. Yek ji notirvanên berê Hecî Durmuş (61) ku ji Elkê ya Şirnexê ye û 30 salan ev kar kiriye, têkildarî notirvanan bi ajansa me re axivî. 
 
30 SALAN TEŞKÎLATÊ DE CIH GIRT
 
Hacî Durmuş, diyar kir ku di navbera notirvanên berê û yên niha de gelek cudahî hene û wiha got: “Yên niha bûne amûrên şerê taybet. Min li midûriyeta emniyetê 30 salan notirvanî kir. Min ji ber nêçariya xwe kir. Ji ber ku derfet tune bûn. Em mexdûr û xizan bûn. Beriya wê min şivantî dikir. Piştre ezmûna notirvaniyê çêbû û ez jî ketim wê ezmûnê. Piştî ku bi ser ketîm jî min dest bi notirvaniyê kir. Wê demê em notirvanên tax û sûkê bûn. Em li taxan digeriyan. Fîrik û copek dabûn me û em li taxan digeriyan. Peywira me pêşîlêgirtina dizî û neheqiyê bû. Heta demekê dirêj wiha bû. Piştre nexweşî çêbûn, gund hatin valakirin û gel ber bi metrepolan ve koçber bû. Herkes bi zorê dikirin cerdevan. Digotin,'Yan hûn dê bibin cerdevan û yan jî hûn dê gundan vala bikin.' Me pêvajoyeke zehmet derbas kir.”
 
'NOTIRVAN BÛNE ÇETE’
 
Bi domdarî Durmuş anî ziman ku bi nûkirina qanûna notirvaniyê re tundiya li welêt zêde bûye û wiha domand: “Bi guherîna pêvajoyê re wateya gelek pîşeyan êdî guherî. Heta sala 2015’an jî ez di rêxistiniya emniyetê de notirvan bûm. Notirvanî guherandin. Ev kes weke çeteyan e. Ji kincên wan bigire heta şiklê wan tevek guherandin. Notirvanî bûye amûrê şerê taybet. Niha her mafek daye wan û tu ferqa wan û polîsan tune ye. Gel aciz dikin. Bi guherandina wateya notirvaniyê re tundiya li taxan jî zêde bû. Mirov nikare êdî ji taxekê re derbas bibe. Beriya polîsan ew nasnameya me dipirsin. Ev tiştekî rast nîne. Ev tundî tevek li kurdan tê kirin. Ji bo ku giliyê kurdan bikin, tundiyê li kurdan bikin û nehêlin li taxên xwe jî bi rehetî bijîn evqas maf dan notirvanan. Notirvan niha herî zêde li bajarên kurdan hene. Li bajarên tirkan bo parastina taxê hene û weke leheng tên dîtin lê li bajarên kurdan weke dijmin in. Giliyê taxiyan dikin, wan aciz dikin û gefê li wan dixwin. Ma ev ne zilme? Birayên me dihatin kuştin lê nehiştin em biçin sersaxiyê. Piştî vê min biryar da û min dev jê berda.” 
 
'NOTIRVANIYÊ NEKIN’
 
Durmuş got ku divê ciwan tiştên ku xizmetê ji gelê wan re dikin tercîh bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji ciwanên me re ew e ku notirvaniyê nekin. Bila zilmê li gelê xwe nekin. Pereyê helal ji her tiştekî baştir e. Heger ku ev gel nebe dê nekarin bijîn. Gelek kar hene ku bikin. Ciwanên kurd bila nebin notirvan. Divê ku em nebin dijminê xwe û gelê xwe.” 
 

Sernavên din

24/05/2022
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin