Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin

  • rojane
  • 09:06 20 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran, diyar kir ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û bi lêv kir ku biryarên ku ATK dide û nirxên bijîşktiya gerdûnî ji hev nagirin. 

Girtiyên nexweş ku Saziya Tiba Edlî (ATK) û rêveberiyên girtîgehan raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” û “ne di rewşeke baş de ye” didin wan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) heta niha di girtîgehan de 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di meha Çileya 2022’yan 3, di Sibatê de 4, di Adarê de 5, di Nîsanê de 3 û di Gulanê de 2 bi komî 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Girtiyê ku herî dawî di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da bû Abdûllah Ece. Eceyê ku gelek nexweşiyên wî hebûn, piştî înfaza wî hate taloqkirin di 14’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.  
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran, rewşa girtiyên nexweş ku bi mirina Ece careke din hate rojevê û biryarên di derbarê wan de tên dayîn nirxandin. 
 
XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ
 
Tûran, da zanîn ku girtî bi nameyan an jî bi rêya hevdîtina malbat û parêzeran têkildarî rewşa xwe serî li wan dane û bi lêv kir ku di serlêdanan de herî zêde qala mafê xwe ragihandina tenduristiyê hatiye kirin. Tûran, anî ziman ku qasî pêkanînên antîdemokratîk ên li welat zêde dibin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde dibin û wiha got: “Rewşa girtîgehan a li welatekî, bi demokrasiya welatekî re têkildar e.”
 
Tûran, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê perçeyekî mafê jiyanê ye ji bo her mirovî mafekî bingehîn e û wiha berdewam kir: “Ji bo girtî û hikumxwaran hefskirinek heye. Girtî jî ji aliyê mafê tenduristiyê ve bi mirovên derve re xwedî heman mafan in. Têkildarî vê peymanên navnetewî jî hene. Li gorî peymanan divê li gorî rûmeta mirovahiyê nêzîkî kesekî di girtîgehê de bibin. Mînak divê ava vexwarinê bitendurist be, bes be û divê xwe gihandina xwarinê hebe.”
 
BIRYARÊN ATK’Ê NE LI GORÎ NIRXÊN BIJÎŞKTIYÊ NE
 
Tûran, qala raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” ku ATK dide girtiyên nexweş kir û bi bîr xist ku tevî ku Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk jî ATK’ê li dijî wê biryar da. Tûran, bal kişand ku yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa girtiyekî weke Ozkan ji aliyê bijîşkan ve hatiye nirxandin û rapora nikare di girtîgehê de bimîne dane wî. Lê tevî vê yekê jî rapora ATK’ê ya li dijî vê yekê heye. Ozkan girtiyekî ku di rêveçûnê de zehmetiyê dikişine û nikare tena serê xwe bijî ye. Kesekî wisa divê hem ji ber nexweşiya xwe hem jî ji ber temenê xwe di girtîgehê de nemîne. Bi hezaran girtiyên di vê rewşê de hene. Ji ber vê yekê biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê yên gerdûnî ji hev nagirin.”
 
‘DIVÊ EWILÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN BÊN BERDAN’
 
Tûran, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hejmara girtiyan a ji kapasîteya heyî zêdetir mafê xwe gihandina tenduristiyê ji holê radike. Weke ku têra xwe mafê xwe gihandina tenduristiyê nîne, paqijiyeke têrker jî nîne. Ji bo ku pêşî li nexweşiyan bê girtin divê xwe gihandina tenduristiyê hebe. Helbet divê ewilî girtiyên nexweş ên giran bên berdan.”
 
 

Sernavên din

24/05/2022
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin