Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz

  • rojane
  • 09:04 20 Gulan 2022
  • |
img
RIHA - Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne, di hedefa darazê de ye. Ji 9'ê Adara 2021'ê heya niha ji ber gotinên wê bi îdiaya "heqaretê" derbarê wê de 11 lêpirsîn hatine destpêkirin û 4 îdianame hatine amadekirin. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adara 2021'ê heya niha li ber Edliyeya Rihayê didome. Dê û law ku her roj tên ber edliyeyê, karê dozger û dadgeran bibîra wan dixin û bang dikin ku ew "doza edaletê" dikin. Lê belê dê û law ji roja ku dest bi çalakiya xwe ya edaletê kirine heya niha, rastî gelek astengî û çewisandinan hatine. Daxwaza dê û law ew e ku ji bo 3 ferdên malbata wan ên di 14'ê Hezîranê de ji aliyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin edalet pêk bê. 
 
11 LÊPIRSÎN, 4 DOZ
 
Emîne Şenyaşar ku di Nobeda Edaletê de dixwaze kurê wê Fadil Şenyaşar ê di dema êrişê de xwe parast û paşê hat girtin û 4 sal in girtiye bê berdan, di heman demê de di hedefa darazêde ye jî. Emîne Şenyaşar ku 438 roj in bênavber Nobeda Edaletê digire, axaftinên wê û zêmarên wê yên di dema Nobeda Edaletê de lorandine jî bi îdiaya "heqaretê" dikevin ber lêpirsînan. Heya niha ji ber gotinên wê 15 lêpirsîn derheqê wê de hatine destpêkirin û ji van lêpirsînan 4 jê veguherîne dozê. Doz li Dadgeha Asliye ya 2'yan a Pirsûsê, Dadgeha Esliye ya 6'an a Batikent a Enqereyê, Dadgeha Esliye ya 4'an a Rihayê û Dadgeha Esliye ya 6'an a Rihayê tên lidarxistin. Ji 11 lêpirsînên hatine destpêkirin a dawî di 17'ê Gulanê de hatiye destpêkirin. Lêpirsîna dawî bi îdiaya ku "heqaret" li Parlementerê AKP'ê Yildiz kiriye hatiye destpêkirin û Emîne Şenyaşar di çarçoveya lêpirsînê de çûye Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û îfade daye. Şenyaşarê tiştên pê tên sûcdarkirin red kiriye û xwestiye kesên ferdên malbata wê kuştine bên cezakirin. 
 
Hûrguliyên 4 dosyeyên derbarê Emîne Şenyaşarê de yên veguherîne dozê bi vî awayî ne: 
 
“* Di 16'ê Îlona 2020'î de li Serdozgeriya Komarê ya Rojavayê ya Enqereyê bi îdiaya li navçeya Etîmesgûtê 'heqaret' li Yildizê AKP'î kiriye giliyê Emîne Şenyaşarê hatiye kirin. A ku bûye sedema vê îxbarê jî axaftina Emîne Şenyaşarê ya di hesabê Yoûtûbeyê yê Rojnameya Evrenselê de ye. Ev vîdeo di 2'yê Cotmeha 2020'an de hatiye belavkirin. Ev vîdeoya ku piştî danişîna 3'yan a li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê ya derheqê êrişa li ser kargeha wan de hatiye girtin, piştî salekê bûye cihê lêpirsînê. Dozgerê ku îxbarê nirxandiye derbarê Şenyaşarê de îdianame amade kiriye. Her wiha di îdianameyê de Emîne Şenyaşar a xwendin û nivîsandina wê tune ye jî wekî rêvebirê hesabê Yoûtûbeyê yê Rojnameya Evrenselê hatiye nîşandan. Dozger di îdianameyê de xwestiye bi îdiaya 'heqaretê' ceza li Emîne Şenyaşarê bê birîn. Danişîna ewil a dozê di 10'ê Gulanê de li Dadgeha Esliye ya 6'an a Rojavayê ya Enqereyê hatiye lidarxistin. Dadgehê ji bo kêmasî bên temamkirin doz taloqî 30'yê Hezîranê kiriye. 
 
* Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji ber gotinên Emîne Şenyaşarê yên di 2'yê Hezîrana 2021'ê de bi îdiaya heqaret li Serokwezîrê Karên Navxweyî kiriye îdianame amade kiriye. Dadgeha Ceza ya Esliye ya 6'an a Rihayê îdianame vekolandiye û di 2'yê Sibatê de derbarê îdianameyê de biryara nekarbidestiyê daye û îdianameyê ji Dadgeha Ceza ya Esliye ya Nobedar a Pirsûsê re şandiye. Tê payin ku dadgeh derbarê dosyeyê de biryarekê bide. 
 
* Ji ber gotinên Emîne Şenyaşarê yên di roja 6'an a Nobeda Edaletê de bi hinceta 'heqaret' li Yildiz ê AKP'î kiriye îdianame hatiye amadekirin. Dozgeriyê di îdianameyê de xwestiye bi sûcê 'heqaretê' ceza li Emîne Şenyaşarê bê birîn. Dadgeha Ceza ya Esliye ya 6'an a Rihayê di 5'ê Çileyê de derbarê dosyeyê de biryara nekarbidestiyê daye û dosyeyê ji Dadgeha Ceza ya Esliye ya 1'ê ya Pirsûsê re şandiye. Danişîn di 10'ê Sibata 2022'yan de bi usûla hêsan hatiye lidarxistin û Dadgeha Ceza ya Esliye ya 1'ê ya Pirsûsê jî derbarê dosyeyê de biryara nekarbidestiyê daye û dosyeyê ji Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê re şandiye. Dosye li dadgehê ye. 
 
* Polîsan di roja 157'an a Nobeda Edaletê de mudaxileyî Emîne Şenyaşarê kirine û bi hinceta pankarta hatiye daliqandin cezayê pereyî li Ferît Şenyaşar hatiye birîn. Têkildarî gotinên Emîne Şenyaşarê yên di dema mudaxileyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Piştî parêzerê Yildiz ê AKP'î gilî kiriye Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî bi sûcê 'heqaretê' lêpirsînê daye destpêkirin. Lêpirsîn piştî wextekê veguheriye îdianameyê. Di îdianameya hatiye amadekirin de hatiye xwestin ku bi sûcê 'heqaretê' ceza li Şenyaşarê bê birîn."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

24/05/2022
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin