* Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê ku ji bo bal bikişîne ser çewisandinên li ser jinan û pirsgirêkên di vî warî de çareser bike hat avakirin, wê li rê û rêbazên berterfkirina çewisandin û pirsgirêkên ku xwendekarên jin bi wan re rû bi rû dimînin bigere. Endama qulûbê Dîlara Gevrek got: "Wê jinên li zanîngehan nesekinin."
* Jinên stenbolî li qadan daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dîqîrin. Fatma Altintaş got: "Bila tu kes zarokên li Efrînê ji bîr neke." Sîman perî jî got: "Nabêjin jin û zarok in, her kesî dikujin. Mal û milkên wan talan dikin."
Hat derpêşkirin ku kardêran gefa kuştinê li 4 karkerên endamên sendîkayê yên li Taşkin Tekstîlê dixebitîn xwariye. Karker Mûstafa Çetîn, diyar kir ku li ser hewldana patronê wî yê kevin ji karê nû jî hatiye avêtin. Çetîn got nahêlin ew li Êlihê kar peyda bikin.
* Parêzerê girtiyê nexweş Selman Keleş ku her diçe rewşa wî xerabtir dibe, ji bo Keleş bê berdan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.
* Li Erziromê berî niha bi 6 mehan polîsan Ahmet Goksu binçav kiribû û îşkence lê kiribûn. Tevî ku Goksu giliyê polîsan kiribû jî, 6 meh in tu pêşketin rû nedane.
*Endamê Meclîsa CHP’ê Zekî Kiliçaslan diyar kir ku pêwîste li dijî rejîma yekzilamî yekîtiyek bê avakirin û got: “Heke ku CHP, HDP, Partiya Îyî û Partiya Saadetê tifaqek ava nekin jî, lê divê deklarasyonek hevpar biweşînin. HDP û CHP jî bi qasî AKP’ê partiyên rewa ne.”
*Li Sûrê 2 sal berê polîsan Navenda Tenduristiyê ya Malbatan veguherand biryargehê û ji wê demê ve welatî ji xizmeta tenduristiyê sûdê wernagirin. Li Navenda Tenduristiyê ya ku xizmetê dide 6 taxan tenê du dixtor hene.
*QSD’ê biryar dabû ku hêzên xwe yên li Reqqa û Dêra Zorê bişîne Efrînê. Ev biryar hesabên DYA, Koalisyon û Rûsyayê xira kirin. Metirsî heye ku ev biryar şerekê nû ya navxweyî bi xwe re bîne û dibe ku DAIŞ careke ji xwe re qadeke tevgerînê bibîne.
* Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, jin dê li Amed, Wan, Dersim, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Îzmir, Riha, Enqere, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê mîting, meş, daxuyanî û gelek xwepeşandanan pêk bînin. (09.30-20.00)
* Parêzer dê Nobeta Edaletê ya li pêş Edliyeya Çaglayanê dane destpêkirin di hefteya 49'an de berdewam bikin. (11.30)
* Malbatên 34 welatiyên Roboskê yên di êrîşa balafirên TSK'ê de hatin kuştin, dê di hefteya 323'an de li ser gorên zarokên xwe daxuyaniyê bidin. (16.00)
* Danişîna doza 4 akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin dê li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)