NAVENDA NÛÇEYAN – QSD`ê diyar kir ku di şerê 47 rojan ên li Efrînê de Hezar û 588 leşkerên TSK'ê û komên girêdayî wê û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, bîlançoya şerê 47 rojan ê TSK û OSO li ser Axa Efrînê dimeşîne aşkere kir.
QSD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tevî Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir jî dîsa jî TSK ji hewayî û bejayî gund, navçe û axa Efrînê bombe dike û biryarên navnetewî binpê dike. QSD'ê diyar kir ku TSK hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne û wiha got: "Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin"
QSD'ê bîlançoya şer a 47 rojan aşkere kir û diyar kir ku di berxwedanî û şerê hêzên wan ên li dijî TSK'ê û komên girêdayî TSK'ê de 283 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. QSDê da zanîn ku hemû cenazeyên endamên wan bi merasîmên fermî hatine oxirkirin.
QSD'ê da zanîn ku Di şer û çalakiyên hêzên wan de li dijî TSK'ê û komên girêdayî wê de hate tekezkirin ku hezar û 588 leşker û komên girêdayî wê hatin kuştin û hêzên wan tekez kirin ku cenazeyên wan li qada şer hatine dîtin.
QSD'ê bal kişand ser êrîşên hewayî û wiha got: TSK'ê hezar û 26 êrîş li dijî cihê sivîlan, binesazî, stasyonên avê, dibistan û cihê mirîşka pêk anîn. Di êrîşên bi helîkopteran de jî TSK'ê 56 êrîş li dijî cihê sivîlan û binesazî pêk anîn. Di êrîşên topbaran ên bi çekên giran de TSK'ê hezar û 307 caran bi çekên giran êrîş kir. Di şerê rû bi rû re jî hêzên wan 643 caran bi TSK'ê û komên girêdayî wê re ketin şer û encamên wê diyar bûn. 176 caran jî şer rû da, lê encam nehatine diyarkirin. Hêzên me dikaribûn du hilîkopter yek ji cûreya Kobra û yeke din jî ji cûreya Sikorskî ya veghustina leşkeran xistin xwarê û di encamê de 11 leşker ku efser di nav de hebûn jiyana xwe ji dest dan. Hêzên me du balarfirên keşfê yek ji cûreya Dirom û yek jî ji cûreya Beyreqdar xistin xwarê.
Hêzên me helîkoptereke TSK'ê jî derb kirin. 96 alavên leşkerî ku tang, panzêr û erebeyên leşkerî di nav de hebûn hatin rûxandin. 32 alavên leşkerî ku tang û paznêr di nav de hebûn hatin derbkirin."