ENQERE - Hozana Gel û Helbestvan Ayten Gulçinar a Sêwasî ya UNESCO ew weki nûnera Tirkiye vexwend, ji aliyê Huseyin B. ve hat kuştin.
Hozana Gel û Helbestvan Ayten Gulçinar (58) a Sêwasî ya UNESCO ew weki nûnera Tirkiye vexwend, roja borî li taxa Eryaman a navçeya Etimesgutê ya Enqereyê, ligel Halil B., ji aliyê Huseyin B. ve rastî êrîşa çekdarî hat. Gulçinar û Halîl B. yên bi girani birîndar bûn, ji aliyê cîranan ve rakirin nexweşxaneyê. Gulçinar di rê de jiyana xwe ji dest da. Halil B. jî rakirin nexweşxaneyê. Hat fêrbûn ku yê êrîş kiriye kurê Halil B. Huseyin B. ye. Cenazeyê Gulçinar dê li Goristana Sincan Cimsit a Enqereyê bê defin kirin.