ENQERE – Polîsan mudaxeleyî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” kir û çalakger Mehmet Dersulu derb kir. Dersulu rakirin nexweşxaneyê.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatin îxrackirin, çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” li Kolana Yukselê dabûn destpêkirin. Bi mehane ev çalakî ji aliyê piştevanan ve tê meşandin. Çalakî di roja 484’emîn de dewam kir. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û dema çalakgeran binçav kir, derb kirin.
Polîsan, ji çalakgeran Mehmet Dersulu derb kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Dersulu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Demîryollari û hildan bin müşahede.