NAVENDA NÛÇEYAN - Helîkoptera ku endamên tîmên taybet a Rûsyayê bar kiribû li Çeçenistanê ket. Hat zanîn ku ji 9 kesan 5 kes mirin.
Helîkoptera aydî tîmên taybet a Rûsyayê li Çeçenistanê ket xwar. Di qezayê de herî kêm 5 kes mirin. Hat diyar kirin ku Helîkoptera ketiye Tîpa Mi-8 ye û 9 tîmên taybet bar kiribû. Ji 9 kesan 5 kesên têde jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêjmara mirî û birîndaran teqez ne zelal e. Duh jî balafira Rûsya li jora Hmeymim a Sûriye ketibû xwar û 39 kesan jiyana xwe ji dest dabû.