Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin

  • rojane
  • 16:05 14 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Di çalakiyê de hat gotin ku bi hinceta “li nexweşxaneyê qawîşa girtiyan tune ye”, Çelîk nehatiye emeliyatkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Komîsyonê, çalakiya xwe ya 529’emîn li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk ku 26 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Cengîz Sînan Halîs Çelîk were berdan” hatibû vekirin û dovîzên ku wêneyên girtiyên nexweş li ser hatibû vekirin. Her wiha çalakvanan dirûşmên weke “Azadî ji girtiyên nexweş re”, “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Endamên ÎHD’ê û xizmên girtiyên nexweş beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Daxuyanî ji hêla Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran ve hate xwendin. Onaran, da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û wiha domand: “Ev jî rê li ber mirinan vedike. Ji bo parastina mafê jiyanê, divê girtiyên nexweş, kal û astengdar bên berdan. Lê rayedar guh nadin van bangewaziyan. Makbûle Ozer a 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî li Artemêtan a Wanê hatin girtin. Dema em şert û mercên girtîgehan dinihêrin, dibînin ku ber bi mirinê ve hatine şandin.” 
 
GIRÊDAYÎ KURSIYA BITEKER E
 
Di berdewamê de Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk û ev agahî dan: “Nexweşiyên weke penceşêra mîzdankê, epîlepsî, helîna geh û hestiyan pê re hene. Bi saya alîkariya hevalên xwe dijî û girêdayî kursiya biteker e. Çelîk, di sala 1996’an de bi birîndarî hate girtin û di laşê wî de parçeyên şarapnalê hene. Ji ber ku xetereya felcê hebû, parçeyên di serê wî û mejîpiştê wî de nehatin derxistin. Ev jî rê li ber krîzên epîlepsiyê vedike. Her wiha piştî ku teşhîsa penceşêra mîzdankê hatî kirin, ji bo tedawiyê Çelîk birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. Li wê derê rastî êrişa girtiyekî edlî hat û bi giranî birîndar bû. Di encama destwerdana tibbî de talûkeya jiyanî derbas kir lê platîn xistin piyê wî, nikare bimeşe û neçarî kursiya biteker bû.” 
 
GELEK CARAN KRÎZA EPÎLEPSIYÊ DERBAS DIKE
 
Bi domdarî Onaran diyar kir ku Çelîk gelek caran tê sirgûnkirin lewma tedawiya wî ya penceşêrê bi rêk û pêk nadome û wiha pê de çû: “Ev 2 meh in di karantînayê de ye. Xwîşka Çelîk di 10’ê gulanê de li ser telefonê pê re axivî. Xwîşka wî ev agahî dan; ‘Divê ji ber penceşêra mîzdankê emeliyat bibe lê ji ber ku her carê krîza epîlepsiyê derbas dike, emeliyata wî dereng dikeve. Neçarî kursiya biteker e. Dema ez çûm hevdîtina vekirî, min dît ku her du lingên wî hatine girêdan. Min sedema wê pirsî û got ku ji ber têkçûna gehan wisa kiriye. Ez gelek xemgîn bûm. Dema bi nivîskar Îlhan Çomak re dima, krîzên wî yên epîlepsiyê kêmtir bûbûn. Cengîz ev demekî dirêje helbestan dinivîse. Wê navberê pirtûkeke helbestan jî nivîsand. Di hêla tenduristî û derûniyê de li wê derê hinek baştir bû. Lê piştî pandemiyê di dema asayîbûnê de li Girtîgeha Sîlîvriyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes hatin sewqkirin. Ji vê bûyerê gelek bibandor bû û dîsa krîzên giran ên epîlepsiyê derbas dike. Piştî ku birin nexweşxaneyê û anîn, xistin karantînayê û hêj di karantînayê de ye.’” 
 
BANG LI RAYEDARAN KIRIN
 
Onaran, da zanîn ku Çelîk ji bo emeliyeta penceşêra mîzdankê 2 meh berê birina Nexweşxaneya Pewerde û Lêkolînê ya Stenbolê ku li Samatyayê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Xwîşka Çelîk got; ‘Lê li vê derê qawîşa girtiyan hatiye girtin. Bijîşk jê re gotiye ku dê emeliyatê li ser kursiya ku li ser rûdine, bi awayekî lokal bike. Lê birayê min ev yek red kir. Dîsa birina Girtîgeha Sîlîvriyê û xistin karantînayê. Li benda emeliyatê ye. Lê em ditirsin ku dîsa krîza epîlepsiyê derbas bike. Di axaftina dawî de em hîn bûn ku dê sewqî nexweşxaneyeke ku qawîşa girtiyan lê heyî bê kirin. Agahî hat ber destê me ku dê li Nexweşxaneya Şakura ya li Başakşehîrê were emeliyatkirin. Daxwaza me ji rayedaran ew e ku di zûtirin dem de dengê me bibihîzin û ji bo tedawiya birayê min kar û barên pêwîst pêk bînin.’” 
 

Sernavên din

17/05/2022
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!