ENQERE – Bi boneya parvekirinên Efrînê der barê Parlamenterên HDP’ê Adem Geverî, Lezgîn Botan û Bedîa Ozgokçe Ergan de fezleke hat amadekirin.
Der barê 3 wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi boneya parvekirinên Efrînê bi hinceta “Propaganda rêxistinê kirine” fezleke amade kirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê parvekirinên medya civakî yên wekîlan hincet nîşan da û wan bi vê hincetê sucdar kir: “Parvekirinên nivîsî û dîtbarî ku destekê dide rêxistinê parve kirin e.”
Fezleke ji aliyê dozger ve der barê Geverî, Botan û Ertan de hatin amadekirin şandin Wezareta Dadê.