Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne

img

EFRÎN – Şêniyên Efrînê bersiv dan îdiayên “YPG derketina sivîlan asteng dike” yên Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê Stephane Dujarric û gotin: “Em naxwazin ji Efrînê derkevin da ku YPG me asteng bike. Berevajî vê yekê em li pişt YPG’ê ne û diçin eniyan.” 

Şerê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên di bin banê wê de li dijî Efrînê di roja 46’emîn de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ji ber bombebarana hewayî û bejahiyê bi hezaran sivîl neçar man ku ji dehan gundan derkevin û ji ber ewlehiya can koçberî navenda bajêr kirin. Li gorî daneyên Nexweşxaneya Avrînê heta niha 216 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 647 sivîl jî birîndar bûn. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî kuştin û birîndarkirina sivîlan ji nedîtî ve tê û daxuyaniya “YPG derketina sivîlan a ji Efrînê asteng dike” dide. Ev îdiayên rayedarên NY li Efrînê rastî nerazîbûna welatiyan tê. 
 
‘DIVÊ NYE, PROPAGANDA ERDOGAN NEKE’ 
 
Osman Îsmaîl Mustafa yê ji gundê Kevirêker a girêdayî navçeya Raco beriya 20 rojan neçar ma ku biçe li Efrînê bicih bibe. Mustafa yê bi 17 ferdên malbata xwe re koçî Efrînê kir, li dijî îdiayên rayedarên NY’yê ev tişt got: “Em li vir in. NY, dest bi vegotina derewên Erdogan kiriye. Dibêjin ku YPG li Efrînê derketina sivîlan asteng dike. Berevajî van îdiayên wan ey rayedarno baş dizanibin, em ji naxwazin ji Efrînê derbikevin. Çima wê YPG me asteng bike. NY li gorî kêfa Erdona diaxive. Em li pişt zarokên xwe yên li eniyan şer dikine. Erdogan li me dide û malên me talan dike. Li me didan û me dikuştin. Em jî neçar man bên navenda Efrînê. Yê ku terorê ava dike û mezin dike ew e. Yê ku Sûriyeyê, Lîbyayê, Misirê û Tunusê xera kir Erdogan e. Niha jî bi NY’yê re di nav lîstikan de ye. Divê ku NY neyê ser xeta Erdogan û propaganda wî neke.” 
 
‘BÊBEXTIYÊ LI ZAROKÊN ME DIKIN’ 
 
Şaban Henan ê ji gundê Erendê ya bi ser navçeya Şiyê ve bi 30 xizmên xwe re koçî navenda Efrînê kir jî bersiv da rayedarên NY’yê û got: “YPG hêza ji gel pêk tê. YPG zarokên vî gelî ye. Niha kî li ser kî zordestiyê dike? 7 sal e çima NY li dijî kesên terorê li ser efrîniyên 7 sal in di nav aştiyê de dijîn deng dernaxe, lê bêbextiyê li zarokên me dikin.” 
 
'DAXWAZEK ME YA EM DERKEVIN ÇÊNEBÛYE’ 
 
Henan da zanîn ku li şûna NY li dijî komkujiya li Efrînê hesas tevbigere lê îdiayan diavêje holê û got: “Bi çekên kîmyewî êrîşî me dikin. Êrîşî Tirendêyê kirin. Bi vê boneyê em neçar man ji gundên xwe derbikevin. Nexwe em naxwazin bihostek axa xwe bidin. Lê moralê li cih e. Serê me bi QSD, YPG û YPJ’ê serbilind e. Ew hêza parastina me ne. Tu daxwazek me ya ji Efrînê em derkevin jî çênebûye. Tişta ku beriya vê mijarê bê nîqaşkirin heye, ew jî komkujiya li ser sivîlan e û dagirkirina Efrînê ye.” 
 
‘GEL DERNAKEVE LI BER XWE DIDE’ 
 
Mihemmed Cemîl ji ber êrîş, topbaran û bombebaran giran bi ferdê malbata xwe re neçar man ku biçin navenda Efrînê. Cemîl ew bi malbata xwe ya 15 kesan bûne mêvanên malbetekê û ev tişt anî ziman: “Sê top li mala me ketin. Hemû mala me hilweşiya. Em mirovên sivîl in. Zarokên me birîndar bûn. Ji ber vê yekê em neçar man bên navenda Efrînê. Em li vir mêvan in. Gelê me deriyên xwe li me vekiriye. Em gelek tengezariya dikişînin, lê dîsa jî tevahiya gel li ber xwe dide. Gel naxwaze ji Efrînê derbikeve. Berevajî vê yekê gel carek din vedigere cihên tên bombebarankirin.” 
 
MA / Selamî Aslan

Sernavên din

07/03/2018
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin