AMED – Heyeta dadgehê 8 sal, mehek û 15 roj ceza li Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan birîbû. Derket holê ku dadgerê di nav heyeta dadgehê de cih digire, li gel parastina Zeydan nedîtiye û nexwendiye jî deng daye û xwestiye bê cezakirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ji 4’ê mijdara 2016’an ve di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye. Ji ber 7 civîn, meş, daxuyanî û merasîma cenazeyan a li Colemêrg, Gever û Şirnexê doz li Zeydan hatibû vekirin û bi îdiayên “Propaganda rêxistinê”, “Endamtiya rêxistinê”, “Pesindayîna sûc û sûcdar” û “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketin” heta 20 salan ceza jê re dihat xwestin. Doza Zeydan bi hinceta “ewlehiyê” neqlî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin. Heyeta dadgehê di 14’ê tîrmeha 2017’an de biryara xwe aşkere kir û ji ber îdiayên “Alîkariya rêxistinê kirin” û “Propaganda rêxistinê kirin” 8 sal, mehek û 15 roj ceza li Zeydan birî.
Li li ser îtîrazê Dadgeha Edliyê ya Herêma Dîlokê bi hinceta mafê parastina Zeydan û parêzeran hatiye sînorkirin biryara dadgeha herêmî xera kir.
Di 13’ê kanûna 2017'an de cara ewil Zeydan anîn danişînê. Bêyî ku parastina Zeydan derbasî girteka danişînê bikin, pişt re ji bo deşifre bikin li ser SEGBÎS’ê qeyd kirin. Dadgeha li dozê dinêrî di 11’ê çile de biryara xwe aşkere kir û di biryara xwe de raste rast 8 sal, mehek û 15 roj ceza da Zeydan.
Dadgehê der barê parêzerê Zeydan, Mahsunî Karaman de jî ji ber parastina di danişînê de kir jî biryara da ku li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê sûc bê kirin. Biryara bi hincet a ku Dadgeha Îstînafê berê xera kiribû, dadgeha Amedê bêyî ku biryara bi hincet biguherîne carek din ji nû ve şand û parastina Zeydan jî li nav hev xist.
‘DAGER PARASTINA ZEYDAN NEXWENDIYE’
Parêzerê Zeydan, Mahsunî Karaman carek din ji nû ve serî li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê da û xwest ku biryara dadgeha Amedê şandiye îstînafê tune bê hesibandin. Karaman anî ziman ku dadgehê 6 roj piştî biryarê parastina Zeydan li dosyeyê bar kiriye. Karaman diyar kir ku dadgerê biryara ji bo Zeydan da parastina Zeydan nexwendiye û li gorî serê xwe biryar daye. Karaman got ku dadger peywîra xwe xerab bikar aniye û xwest miwekîlê wî Zeydan bê berdan.