ENQERE – Li Enqereyê di serdegirtina malan de gelek kesên ku aktîvîstên jin jî di nav de ne hatin binçavkirin. Balkêş e ku beriya 8’ê Adarê ev operasyon pêk hat.
Li Enqereyê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de xwînerên Kovara Kaldiraç Butul Koca, Sîbel Goktaş, Duygu Dogan, Sekretera TÎS’ê ya Egîtim Sen’ê Ebru Yigît, Şêwirmendê Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataşx Şenol Kayaoglu û endamê HDP’ê Mehmet Dogan hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn.
Balkêş e ku jinên hatin binçavkirin di çalakiyên demorkatîk û rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de cih girtibûn.
Parêzeran diyar kir ku bi ser malên gelek kesan de girtine û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe jî.