Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû

img

RIHA - Parêzerê doza dosyaya cînayeta 2 polîsan a li Serêkaniyê ku wekî “doza pêvajoya çareseriyê xelas kir" hat pênasekirin Prz. Mahmut Vefa diyar kir ku ev doz darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû. 

Di 1'ê Adarê de 13'emîn danişîna doza cînayeta 2 polîsên li Serêkaniye ya Rihayê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de di malên xwe de hatin kuştin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Heyeda 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê, têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar de 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan. Piştî biryarê nehat diyar kirin ku kê 2 polîs kuştine. Kuştina 2 polîsan bi vî rengî fail nediyar bi encam bû. 
 
Piştî bûyer pêk hatibû rayedarên dewletê PKK sucdar kiribûn û bûyer xistibûn stuyê PKK'ê. 
 
WALÎTIYA RIHAYÊ: ZOR LI DERÎ NEHATIYE KIRIN
 
Di roja bûyerê de Waliyê Rihayê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku zor li derî mala polîsan nehatiye kirin. Walî anîbû zimn ku 2 polîs li mala xwe kuştî hatine dîtin. Şaredarê Serêkaniyê yê AKP'î Menderes Atilla jî gotibû "Dibe ku PKK'iyan ev cînayet kiribin." 
 
KARAYILAN. ME NEKIRIYE
 
Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan jî wê demê têkildarî bûyera Serêkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku wan bûyera Serêkaniyê ne kiriye û tu eleqeya wan bi bûyerê tune ye. 
 
ERDOGAN DAXUYANÎ DA
 
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî gt: "Dewleta me li dijî hemû rêxistinê terorê yên PKK û DAEŞ'ê ku li Pirsûsê 32 welatiyên me kuştin û li Serêkaniyê 2 polîsên me şehid kirin hemû derfetên xwe seferber kirine. Hin kes kuştina 2 polîsan ku PKK girtiye ser xwe nabînin û niyeta xwe diyar dikin." 
 
BAYIK: NE REBAZA ME YE 
 
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik jî têkildarî bûyera li Serêkaniyê wiha got: “Tu eleqeya me û kutina 2 polîsên li Serêkaniyê bi hev tune ye. Kuştina 2 polîsan ne rêbaza me ye. HPG'iyan ne got 'Me polîs kuştine' gotin 'Kesên ji xwe re gotine Apocî ' kuştine. Lê ne diyar e 2 polîs ji aliyê kê ve hatiye kuştin."  Piştî vê bûyerê di 23-24'ê Tîrmeha 2015’an de li dijî Herêma Kurdistana Federe operasyon pêk anîn. 
 
PARÊZER: EV BÛYER DARBEYA LI DIJÎ PROJEYA AŞTIYÊ YA OCALAN BÛ
 
Parêzerê doza Serêkaniyê Mahmut Vefa, jî diyar kir ku bi vê cînayetê xwestin darbeyê li projeya aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixin û wiha got: "Di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê komkujî pêk hat. Li Serêkaniyê jî 2 roj şûnde 2 polîs hatin kuştin. 2 polîsan bi maşîna serwîsê bi şev saet di 22.00-23.00'an de wan datînin malê. Di maşîna serwîsê de li gel 2 polîsan 4 polîsên din jî diçin mal. Serê sibê 2 polîs tenê kuştî tên dîtin. Wê demê 4 polîsên din li ku ne." 
 
ÎBXAREK BÊ NAV HEYE 13 KES TÊN BINÇAVKIRIN
 
Prz. Mahmut Vefa, anî ziman ku piştî bûyerê têkildarî bûyerê kesek li Xeta Polîsan a 155'an digere û îxbar dike û wiha berdewam kir: "Kesê di telefonê de navê Mustafa Simav, Hasan Aydın, Sedat Aydın, Mehmet Naci Yilmaz dide. Rojek din dîsa telefonek din a îxbarê diçe. Pişti vê yekê operasyonê pêktînin û Cîranê polîsan Murat Abir, Lutfî Abir û kesê li gel wan mala wan paqij dike Omer Kiliç binçav dikin. Bûyerê li ser wan saz dikin. Wisa sanaryo çê dikin. Li ser îxbare 13 kes tên binçav kirin. Ciwanên tên binçavkirin rastî îşkencyê tên. Kesên hatin binçavkirin li TEM’a Rihayê rastî îşkenceyek giran hatin. Rasti hemû cureyên îşkenceyê hatin. Dozger ji tev li îşkenceyê bû. Ez bi xwe jî bûm şahidê vê yekê. Me der barê îşkenceyê de serlêdana sûc kir. Min der barê polîsên îşkence kirine de li hemû rayedaran gilî kir. Lê encam derneket. 
 
Piştî cînayetê Midûrê Polîsan ê Rihayê li hemberî kamerayan daxuyanike dabû û gotibû: "Dibe ku polîsên di nava emniyetê de jî cînayet kiribe."Kesekî ku îxbar kiribû piştre got 'Min îxbarek wisa nekiriye. Lê kesê din hêj nehatiye tespîtkirin. Hekîmê Cezayê Sulhê û 2 polisên din ji doza FETO ya Serêkaniyê hatin îxrackirin. Dozgerê lêpirsînê piştî bûyerê wekî dadger şandin Navneda Karê Agahiyên Serokatiya Dadê. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê  jî wekî Navenda FETO bi ser ve biryargehê de girtin. Li wir bi dehan dadger hatin girtin û îxrackirin. 
 
Di encamê de doz ket û kujer nehatin ditin Bersûc hatin beraet kirin. Ev bûyer bi armanca projeya aştî û çareseriyê ya Ocalan darbe bikin pêk anîn. Piştî vê bûyerê bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Gelek bajar xera bûn. Bi beraeta 9 bersûcan faîl tarî man. 
 
Vefot bal kişand ser gotina Kaptanê Keştiyê Leonard Cohen a  “Her kesî dizanibû av diçe keştiyê. Her kesi dizanîbû kaptan derewan dike. Her kes dizanîbû zar bi hîle ne" û wiha got: "Di vê dozê de jî her kesî dizanîbû hîle heye. Ji bo darbeyê li projeya Ocalan bixin li ser hev polîs kuştin. 
 
Piştî doz bi beraetê encam bû em dê doza tazmînatê vekin. 
 
MA / Arjin Dîlek Oncel

Sernavên din

07/03/2018
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin