'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!

  • rojane
  • 11:36 12 Gulan 2022
  • |
img
RIHA - Li Rihayê, di navbera salên 2013-2017'an de ji ber "polîtîkayên ewlehiyê" herî kêm mafê jiyanê yê 17 zarokan hat binpêkirin. Ji van zarokan 14 jê li navçeyên li ser sînor mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin. 
 
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kir û di nav demeke kurt berbelavî tevahiya welat bû. Ev şer bû sedem ku bi 10 hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û bi milyonan kes jî koçber bibin. Piştî destpêkirina şer hêzên li Rojava nebûn aiyê şer û Rêveberiya Xweser îlan kirin. Ev îlankirina xweseriyê li hesabê Tirkiye û hezên herêmê nehat û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi siyaseta "hilweşandinê" kirin. Lê rexmî vê siyasetê jî kontrol û bandora Rêveberiya Xweser roj bi roj mezintir bû. 
 
3 HERÊM DAGIR KIRIN
 
Tirkiye, li dijî vê rewşê derket û di navbera salên 2016 û 2019'an de li dijî Rojava 3 êrişên dagirkirinê li dar xist. Di van êrişan de Tirkiyeyê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Cerablûs, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û hêzên paramîlîter ên girêdayî xwe li wan bi cih kir. Her wiha ji bilî van deverên dagirkirî Tirkiye dem deman li dijî deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tîne û di nav hewldanên berfirehkirina dagirkeriyê de ye. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ YÊN ZAROKAN
 
Komên paramîlîter ku Tirkiye wan li deverên dagirkirî bi cih kiriye, aramiya herêmê têk birine û şerê xenîmetê dikin. Ev şerê xenîmetê yê di navbera komên paramîlîter de bandor li bajarê bakurê Kurdistanê Rihayê jî dike. Herî zêde jî zarok dibin mexdûrê şerê ku di nav koman de tê kirin. Ji ber şerê xenîmetê yê di navbera komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li Rihayê di navbera salên 2013 û 2022'yan de mafê jiyanê yê 14 zarokan hat binpêkirin
 
Bi van 14 zarokan re di navbera salên 2013 û 2022'yan de li Rihayê ji ber "polîtîkayên elehiyê" bi giştî mafê jiyanê yê 17 zarokan hat binpêkirin.
 
Binpêkirinên mafên jiyanê yên 17 zarokan ên li Rihayê dikarin wiha bên rêzkirin: 
 
* Di 26'ê çileya 2013'an de guleyeke hêzên El Nûsrayê yên li Serêkaniya Rojava li zaroka 7 salî Gamzenûr Yildirim a li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ket û bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 27'ê çileya 2013'an de guleyeke ku ji Serêkaniya Rojava hat berdan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li zaroka 10 salî Mizgîn Yilmaz ket û bi giranî birîndar bû.  
 
* Di 18'ê tebaxa 2013'an de guleyeke ku ji Serêkaniya Rojava hat berdan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li zaroka 16 salî Meral Îlerî ket û bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 16’ê Tîrmeha 2013’an de li Taxa Mehmet Akîf Ersoy a navçeya Serêkanî ya Rihayê ya li nêzî sînor, zarokê bi navê Mehmet Gunduz ê 16 salî dema li mala xwe bû bi guleya li serî ketî birîndar bû. Gunduz piştî tedawiya hefteyekê di 24’ê Tîrmeha 2013’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 17’ê Tîrmeha 2013’an de li navçeya Serêkanî ya Rihayê zarokê bi navê Mahsum Ertûgrûl ê 17 salî dema li Parka Ciwantiyê ya li nêzî deriyê sînor rûniştibû bi guleya ku li dilê wî ket birîndar bû. Ertûgrûl di heman rojê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 12’ê Mijdara 2013’an de li bajaroka Oncul a gundê Çomlukçu yê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, zarokê bi navê Hasan Bakdûr ê 16 salî, di encama lêdana wesayîta zirxî ya leşkerî de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 8’ê Nîsana 2014’an de, Ferman Salih ê 16 salî, ku li gundê Kûltep ê bajarê Kobanê ku sînorê navçeya Pirsûs a Rihayê yê pezê xwe diçêrand 2 mihên wî ber bi sînor ve reviyabûn. Dema Salih ber bi sînor ve çû mihên xwe girtin û vegeriya ji aliyê artêşa tirk ve biçekê ji lingê xwe birîndar bû. Salih ê birîndar bû li Nexweşxaneya Kobanê hate dermankirin. 
 
* Di 4’ê Îlona 2014’an de zarokê bi navê Mihemed Elî (14) ku dixwest ji gundê Dêr Sîwan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî Kilîsê bibe di encama guleberdana artêşa tirk bi giranî birîndar bû. Elî yê 3 gule laşê wî ketin, li Nexweşxaneya Efrînê hate dermankirin. 
 
*Di 21’ê Îlona 2014’an de Fatme Îzettîn Osman a 13 salî ku dixwest bi malbata xwe re ji gundê Aşme yê Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî gundê Aşmeya Jorîn ya Pirsûsê bibe, di encama guleberdana hêzên artêşa tirk de bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê û hate dermankirin. 
 
* Di 17’ê Sibata 2017’an de Ahmet Oktay Gunak ê 11 salî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di encama teqîna bombeya li lojmanên edliyeyê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 11’ê Cotmeha 2019’an de di encama bombeyên ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avêtin de li navçeya Serêkaniyê, Mazlum Guneş ê 11 salî û Elîf Terim a 11 salî yên li navçeyê dijiyan, jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Ahmet Çetîn Genç ê 17 salî ku di 31’ê Kanûna 2020’an de li Rihayê di encama lêdana tîmên motosîkletan ên polîsan de birîndar bû, di 14’ê Adara 2021’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 27'ê Gulana 2021'an de Harûn Çîçek ê 11 salî ku dema li ber mala xwe ya li taxa Bahçelîevler a navçeya Serêkaniya Rihayê ku ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di bin kontrola Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de dilîst, bi guleyeke nediyar ji serê xwe birîndar bû û bi qasî salek û nêzî saleke di nav nivînan de jiyana xwe didomîne. 
 
* Di 12’ê Tebaxa 2021’an de li Ceylanpinar a Rihayê, Tuanna Debe ya 3 salî ku hate îdiakirin bi guleyeke ji bajarê Serêkaniyê yê di bin kontrola dewleta tirk de hatiye berdan bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê hat dermankirin. 
 
* Di 24’ê Adara 2022’an de li Taxa Mîcît a navçeya Eyyubiye ya navendî ya Rihayê, li qada polîsên tîmên taybet tatbîkata guleberdanê lê dikirin, Mûharrem Aksem ê 16 salî mirî hat dîtin. Di rapora pêşotopsiyê ya ji bo mirina Aksem hat amadekirin de, hat diyarkirin ku 12 parçeyên metal ji bedena wî hatine derxistin û destê wî yê rastê jî nîne. Têkildarî dosyaya lêprisînê ya derbarê Aksem de hate vekirin de biryara veşartî hate dayîn. 
 
* Zarokê bi navê Yûsûf Yucel ê 9 salî ku di 10’ê Gulana 2022’an de bi guleyeke di 7’ê Gulanê de ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) hate berdan û bi serê wî ket, bi giranî birîndar bû û di heman rojê de jiyana xwe ji dest da.”
 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

15/05/2022
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike