STENBOL - Girtiyê nexweşiya dil Cengîz Sînan Halîl Çelîk ê li Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrîyê, tevî hevalê wî sewqî hucreya nexweşxaneya kampusê ku DAÎŞ'î jî lê diman kirin. DAÎŞ'iyan êrîşî Çelîk û hevalê wî kirin.
Girtiyê nexweşiya epîlepsiyê Cengiz Sinan Halis Çelik, 22 salin girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş ya ÎHD'ê de cih digire. Çelîk, nikare bimeşe û bi sandalyaya bi teker tev digere. Çelîk ê li Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrîyê, tevî hevalê wî sewqî hucreya nexweşxaneya kampusê ku DAÎŞ'î jî lê diman kirin. DAÎŞ'iyan êrîşî Çelîk û hevalê wî kirin. Dema Çelîk ji bo dermankirinê birin nexweşxaneya kampusê, cendirmeyan ew xistin hucreya DAÎŞ'iyan. Bi awayekî fizîkî êrîşî Çelik û Altun hat kirin. Piştî êrîşî Çelîk hat kirin, ji Wezareta Dadê re daxwazname şand. Dîsa serî li Dozgeriya Girtîgehê da û gilî kir.
‘JI LÎNCÊ HETA ÎŞKENCEYÊ HEYE'
Çelîk, di daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand de diyar kir ku ji hewldanên lîncê heta îşkenceyê hemû cureyên zextan heye û wiha got: “Ez li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Silivriyê wekî endamê PKK'î têm girtin. Di demên dawî de îhlalên ku ewlehiya canê min dixe talûkeyê zêde dibin. Di sewqa nexweşxaneyê de cendirmeyên ji ewlehiya girtîgehê berpirsiyar, bi awayekî fiîlî em îşkence dikin. Roj bi roj pirsgirêk zêde dibin. Ji mijdara 2017'an heta niha bê navber berdewam dikin. Hevalên me yên diçin dadgehê û nexweşxaneyê, neheqî li wan tê kirin û sixêf ji wan re tên gotin. Her wiha bi awayekî fizîkî êrîşî wan tê kirin û tên lîckirin."
PERSONELÊ LEŞKERÎ : HÛN JI VIR SAX DERNAKEVIN
Çelîk, anî ziman ku bi taybetî di demên dawî de dema hevalên wan dibin nexweşxaneyê, cendirme bi zanebûn wan dixin hucreyên DAÎŞ'iyan û wiha got: "Leşker bi zanebûn vê yekê dikin û dixwazin me têxin pêxîla hev. Leşker dibêjin 'Ji xwe hûn tev yek in. Hev bixwin. Bi vî rengî rê li pêş tacîz û provokasyonên nû vedikin' Leşker bêyî bitirsin dibêjin ‘Hûn dijminê me ne. Em dê we tevan li vir bikujin. Hûn ji vir bi saxî dernakevin."
‘EM Û DAÎŞÎ XISTIN HEMAN HUCREYÊ'
Çelîk, anî ziman ku ew û hevalê wî Suleyman Altun di 19'ê Sibata 2018'an de sewqî nexweşxaneya kumpusê kirin û wiha lê zêde kir: "Em û endamên DAÎŞ'ê xistin heman hucreyê. Li vir neheqî li me hat kirin û DAÎŞ'iyan gef li me xwarin. Em bi hewldanên tacizê re rû bi rû man. Dema me leşker hişyar kirin û xwest me têxin hucreyên din, leşkeran em derb kirin. Leşkeran êrîşî me kir. Bi pehîn û kulman li me xistin. Leşkeran bi pêhînan li dev û rûyê Suleyman Altun xistin, rû û serê wî birîn kirin."
‘EWLEHIYA ME TUNE YE'
Çelîk, da zanîn ku tevî bi nexweşiya pençeşêra mesaneyê ye û emeliyat bûye jî dîsa bi pehînan li bedena wî ya bi kîst xistine û wiha got: "Leşker dizanin ku ez bi nexweşiya epilepsiyê me. Tevî vê yekê bi kulm û kelepçeyan li serê min xistin. Ez derb kirim. Piştî êrîşî min kirin û bi tayê ketim, ez rakirim nexweşxaneyê. Ji bo min bikujin vê yekê dikin. Disa hevalekî me yê din jî dema birin nexweşxaneyê, bi devkî û awayekî fizîkî êrîşî wî jî kirin. Li vir ewlehiya me tune ye. Em di bin tundî, zext û lêdana leşkeran de dijîn. Ev pêkanîn ewlehiya min dixin talûkeyê. Ji ber vê yekê ez ê giliyê berpirsiyaran bikim. Ez daxwaz dikim ku ewlehiya min bê girtin."
PARÊZER ORUK: BERÊ JÎ ÊRÎŞÎ WÎ KIRIBÛN
Parêzer Mesut Oruk ku bi Çelîk re hevdîtin çê kir jî diyar kir ku muwekilê wî û hevalên xwe berê jî bi heman êrîşan re rû bi rû mabûn. Oruk, da zanîn ku berê jî hem bi awayekî fizîkî lê hatibû xistin hem jî bi awayekî derûnî êrîşî wî hatibû kirin û ew xistibûn hucerya DAÎŞ'iyan.
Oruk, anî ziman ku Çelîk nikare bimeşe û Altun bi darê bin çengan dimeşe. Oruk, da zanîn ku ji ber nexwiyan rewşa wan a xwe biparêzin û êrîş bikin tune û dijberî vê yekê endamên DAÎŞ’ê êrîşî wan dike.
Oruk, anî ziman ku wan dîmenên kamerayan bi dest xistine û dê giliyê rayedaran bikin.
MA / Sadiye Eser