MÊRDÎN – Li gundê Cewzatê yê Artûklûyê, 16 cerdevanên ku ji wan hat xwestin li Efrînê şer bikin û pere pêşniyazî wan hat kirin, îstifa kirin û çek danîn.
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO'yên li dijî Efrînê di roja 47'emîn de jî didomin. Di vê çarçoveyê de dewlet dixwaze cerdevanan jî daxilî êrîşan bike, lê belê cerdevanên ku naxwazin biçin yeko yeko îstifa dikin û çekên xwe datînin. Çend roj berê li Şirnexê 2 cerdevanên ku nexwestin tev li operasyonê bibin îstifa kiribûn çek danîbûn. Lê belê niha jî li navçeya Artûklû ya Mêrînê 16 cerdevan îstifa kirin.
‘XWESTIN BI PEREYAN WAN BIBIN EFRÎNÊ'
Hat diyarkirin ku çend roj berê ji bo tev li êrîşên li dijî Efrînê bibin, leşkeran li gundê Cewzatê pere pêşniyazî cerdevanan kiriye. Lê belê hat hînbûn ku 16 cerdevanên ku ev pêşniyazî qebûl nekirine, 3 roj berê îstifa kirine û çek danîne.