ÎZMÎR - Li ber penaberên ku tên binçavkirin du rê hene; an wan dişînin girtîgehê an jî dişînin Navendên Paşveşandinê. Penaber û parêzerên wan, ji dêvla ku wan bişînin Navendên Paşveşandinê û derî sînor bên kirin, daxwaza girtinê dikin.
Piştî peymana qebûlkirinê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de hat îmzekirin, Navendên Paşveşandinê yên li Edene, Antalya, Aydin, Bûrsa, Çanakkale, Edîrne, Erzirom, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kirikkale, Kirklarelî, Tekirdag û Wanê hatin avakirin, ji bo penaberan wekî girtîgehan tên bikaranîn. Ger der barê penaberekî de kirariyeke edlî jî hebe, piştî karên li dozgerî û dadgehê dema serbest bên berdan jî, hêzên dewletê yên li ber deriyên edliyeyan ew digirin û dibin Navendên Paşveşandinê. Piştî demeke kurt li Navendên Paşveşandinê tên rawestandin, tevî ku naxwazin jî tên dersînorkirin. Lê belê kesên ku Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê wan de biryareke tedbîrî dabe, 12 mehan li Navendên Paşveşandinê di şert û mercên girtîgehê de dijîn. Li gor daneyên sala 2016'an ên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rojê 100 penaber ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve tên şandin.
Parêzerên penaberan der barê penaberên ku dadgeh ew berdidin, lê belê wan dişînin Navendên Paşveşandinê de axivîn. Parêzerên ku di warê huqûqî de çareseriyekê bi dest naxin, ji mecbûrî doza girtina muwekîlên xwe dikin.
DU RÊ LI BER PENABERAN E: NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ Û GIRTÎGEH
Parêzer Abdûllhadî Çetîn, diyar kir ku muwekîlê wî yê bi navê Hanefî Abdî ku hîn zarok e bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin û paşê hat berdan. Çetîn got, ji ber li ser karta wî ya danasînê de 1'ê Çileya 2000'î nivîsandiye, muwekîlê wî wekî kesên mezin hatiye hasibandin. Çetîn destnîşan kir ku dadgehê muwekîlê wî berdaye, lê belê destûr nehatiye dayîn ku biçe cem malbata xwe û 3 meh in li Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê tê ragirtin. Çetîn, got ew li Navenda Paşveşandinê digerin, lê belê xwe nagihîninê û wan daxwazname ji Wezarata Dadê û Wezareta Karên Navxweyî re şandiye, lê belê 3 meh in bersiv nehatiye dayîn. Her wiha Çetîn destnîşan kir ku rewşa muwekîlê wî Ehmed Reşo jî heman rewş e. Çetîn bi lêv kir ku Reşo jî bi şertê venêrîna edlî hatiye berdan û got: "Em hewl didin muwekîlên xwe yên penaber ji girtîgehekê xelas bikin, lê belê vê carê jî wan dişînin yeke din. Ji ber vê muwekîlê min nikare şert û mercên venêrîna edlî jî bi cih bîne. Ji ber ku nikare îmzeyê bavêje, niha bi rîska ku bi daxwaza girtinê bê sewqkirin re rû bi rû ye. Yekeya edlî û yekeya Navenda Paşveşandinê bi awayekî hay ji hev hebin tev nagerin."
DAXWAZA DOZA GIRTINA MUWEKÎLÊN XWE DIKIN!
Çetîn destnîşan kir ku, ji ber vê rewşê, parêzer mecbûr dimînin ku li dadgehan doza girtina muwekîlên xwe dikin. Çetîn diyar kir ku di asasê xwe de parêzer îtirazî rewşa binçavkirin û girtinê dikin û got: "Lê belê muwekîlê me yê niha di Navenda Paşveşandinê de, ji dêvla ku bê deportkirin, dixwaze bê girtin û wî bişînin girtîgehê. Li holê rewşeke trajîkomîk heye."
Parêzer Zafer Încîn jî destnîşan kir ku dema muwekîlên wan dişînin Navenda Paşveşandinê, li wir rîska ku wan dersînor bikin heye û ew pir nikarin xwe bigihînin muwekîlên xwe yên wan dibin Navendên Paşveşandinê. Încîn destnîşan kir ku di dema dersînorkirinê de ji herêmên ku di bin venêrîna OSO û komên wekî wan de ne tên dersînorkirin û ev yek ji bo jiyana penaberan talûke ye. Încîn, bi lêv kir ku di şert û mercên asasî de dema dozger bi daxwaza girtin muwekîlên wan sewqî dadgehê dikin, ew jî doza berdana muwekîlên xwe dikin lê belê dema mesele penaber bin rewş diguhere û ew daxwazê li dadgehê dikin ku muwekîlên wan bên girtin. Încîn ji bo doza du muwekîlên xwe yên penaber got: "Me fêm kir ku wê dadwer berde. Me rewş ji dadwer û muwekîlê xwe re tevde got û me xwe muwekîlê me bê girtin. Min got, 'muwekîlê min bigirin.' Çimkî li gor Navendên Paşveşandinê, li girtîgehê em bêtir xwe digihînin wan. Her wiha penaberê ku bê girtin jî, piştî demek kurt tê berdan û diçe cem malbata xwe. Lê dema wan dişînin Navendên Paşveşandinê, karên wan di biniya 6 mehî de naqede û em nikarin xwe bigihînin wan. Her wiha em nizanin ka li gor kîjan qanûnê li Navendên Paşveşandinê tên rawestandin. Navendên Paşveşandinê ji girtîgehan xerabtir in. Muwekîlên me dibêjin heta ku ew li Navendên Paşveşandinê bên girtin û bên dersînorkirin ew dixwazin di girtîgehê de bin çêtir e."
MA / Ahmet Kanbal