NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Rûsya li Sûriye ket. 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Parastinê ya Rûsya daxuyanî da û diyar kir ku Balafira Rûsya li Sûriye ketiye. Wezaretê diyar kir ku balafira wan a barkirinê li ezmanê Sûriye ketiye xwar. Wezaretê destnîşan kir ku di balafirê de 26 rêwî û 6 personel hebûn. Hat zanîn ku balafir ji ber arîzeyek teknîkî ketiye xwar.