REQQA – Berdevkê Fermî yê Ceyş El Siwar diyar kir ku wan hêzên xwe ji rojhilatê Firatê vekişandine û ji bo tevlî Berxwedana Serdemê bibin şandine Efrînê.
Berdevkê Fermî yê Ceyş El Siwar Ebû Amer Edlîbî li navenda Reqqayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Efrînî û sivîlên ji Şehba û Îdlibê koç kirine têne kuştin. Em ê gelê xwe biparêzin, em ê destekê bidin YPG’ê.”
Ebû Amer Edlîbî diyar kir ku li Reqqayê sê hezar şervanên wan hene û got, “Me beşeke mezin a şervanên xwe şand Efrînê. Di navbera DAÎŞ a li Reqayê û DAÎŞ a li Efrînê de ti cudahî nîne. Ji bo gelê li wê derê ji DAÎŞ’ê rizgar bikin em diçin wir.” Ebû Amer Edlîbî destnîşan kir ku sivîlên ji Şehba û Îdlibê koçî Efrînê kirine li pêş çavên cîhanê têne kuştin û got, “Em ê gelê xwe biparêzin, em ê destekê bidin YPG’ê, li dijî çete û mêtingeriya Tirk em ê destekê bidin YPG’ê û têbikoşin.”
Berdevkê Ceyş El Siwar got, piştî ku Efrîn ji êrîşan xelas kir ew ê vegerin Reqayê.