Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di civîna koma HDP'ê de diyar  kir ku wan li dijî îtîfaqa AKP-MHP'ê îtîfaqa jinan ava kirine û wiha got: "Em jinên li Efrînê li ber xwe didin bi rêzdarî, dildarî û hurmet silav dikin. Mi minasebeta 8'ê Adarê em pêşengê têkoşina jinê Rosa Luksemburg, Behice Boran, Sakine û Fatmayan bi hurmet û xoşevîst silav dikin." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li şûna koma partiyê, civîna koma jinan pêk anî. Di civîna koma HDP'ê de ji Tirkiye û bajarên herêmê gelek nûnerên saziyên jinan amade bûn. Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî di civînê de cihê xwe girtin. Bi wesileya 8'ê Adarê şalên spî û xemrî li jinan hatin belavkirin. Beriya civînê sînevîzyona ku têkoşîna jinan vedibêje hat pêşandan. 
 
Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, li ser navê jinan axivî û jinên girtî, Hevseroka giştî ya HDP’ê  ya berê Figen Yüksekdag, Hevseroka GişTî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û hemû jinên girtî silav kirin. 
 
‘EZ JINÊN LI EFRÎNÊ DI BER XWE DIDIN SLAV DIKIM'
 
Buldan, bi wesîleya 8'ê Adarê jinên li Efrînê li ber xwe didin silav kir û wiha got: "Hûn milyon in. Têkoşîna bi milyonan jinan bi we re ye. Em carek din bi ruhê raperîn û berxwedanê we silav dikin. Em silavên xwe ji Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê rûniştine re jî silavên xwe dişînin. Em dayikên xwe yên aştiyê yên bi laçikên xwe yên spî di dêyan de ne jî silav dikin. Em dayikên kurd û tirk jî silav dikin. Em dayika Berkin Elvan, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Alî İsmail Korkmaz, silav dikin. Em jinên wêrek ên li dijî bendavên HES’ê li Derya Reş têdikoşin jî silav dikin. Em jinên li Rojava û li Efrinê li ber xwe didin bi rêzdarî û hurmetî silav dikin. Mi minasebeta 8'ê Adarê em pêşengê têkoşina jinê Rosa Luksemburg, Behice Boran, Sakine û Fatmayan bi hurmet û xoşevîst silav dikin." 
 
‘HETA JIN AZAD NEBIN KES AZAD NABIN' 
 
Buldan, anî ziman ku koletiyê dispêrin wan û ji ber vê yekê derdikevin qadan û wiha axivî: "Keda jinan tê xwarin. Jin êşa şer dijîn. Yên li mal û kolanan tên qetilkirin jin in. Yên hêj zarok in tên zewicandin dîsa jin in. Yên tên girtin û binçavkirin û rastî îşkenceyê tên jin in. Yên vîna wan a siyasî ji destê wan tê derxistin û bê nasname tên hiştin jin in. Jin ji ber vê yekê dadikevin kolanan. Li vî welatî heta jin azad nebin kes azad nabe. Tu kes nabe xwedî mafê wekheviyê û nagêje edaletê. Jin êdî serî natewînin û li her qadê li ber xwe didin." 
 
‘CÎNAYETÊN JINAN BÛYE KARASET' 
 
Buldan, destnîşan kir ku di sala 2017'an de 409 jin hatin qetilkirin û di karasetên xwezayê de jî ew qas mirov nayên kuştin û wiha got: "Ka dewlet, wazereta civakî û malbatî. Bi sedan polîs û leşker li ber birdariya Kolana Yukselê radiwestin. Polîs tenê ji bo peyker biparêzin li wir in. Lê nikare jinê ji êrîş, tacîz û tecawiza patron, karsaz, bira, hevser û zilam biparêze. 
 
KENGÎ LÊGERÎNA MAF BÛYE QEBEHET? 
 
Buldan, ba kişand ser êrîşa li Enqere û Çorluyê li dijî jinên xwestin 8'ê Adarê pîroz bikin û wiha got: "Em carek din wan jinên rastî tundiyê hatin silav dikin. Hevalên me yên li Enqere rastî êrişa polîsan hatin bi hinceta ‘Zagona Qebebetê" binpê kirine rastî ceza hatin. Em dipirsin kengî lêgerîna maf bûye qebehet. 
Lê em qebehetên we dizanin. AKP, dibêje 'Me mafên jinan daye. 'Li herêma Colemêrgê gotinek heye. Dibêjin 'Nanê Sêlê' Polîtîkaya wan wekî 'Nanê Sêlê ye' Em vê durûtiya AKP'ê bi tundî şermezar dikin. Bi hezaran jin bi KHK hatin îxrackirin û mexdûr bûn. Bedena jinan tazî dikin û teşîr dikin. Em dê çawa bedenên tazî û cenazeyê Dayika Taybet ê hefteyekê li kolanê hatin hiştin ji bîr bikin." 
 
66 JIN LI TARSÛSÊ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN
 
Buldan, helwesta Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî rexne kir û wiha got: "Serokomar dibêje 'Bihişt di bin lingê dayikê de ye. Lê li aliyê din dayika Berkin Elvan dide yuh kirin. Em dipirsin ma Dayika Berkin Elvan ne dayik e? Hûn vê zordardiyê çawa rewa dibînin. Lê em ji vir pin lingê hemû dayikên ku li vî welatî rastî zilme hatine radibusînin. Dayika Sîsê ji ber aştî xwest hatiye girtin. Mamoste Ayşe ji bo got 'Bila zarok neyên kuştin' rastî ceza hat. Di oprasyonên cemaatê de li nexweşxaneyên zayinê di bin nobeta polisan welidin. Li Girtîgeha Tarsusê  Mudûrê Girtigehê got ‘Ez dê vir bikim wekî Efrinê' Midûrê polîsan ê Mêrsînê li 66 jinan işkence kiriye." 
 
 
‘EM BI MILYONAN IN Û HÊZA XWE JI MAFDARIYA XWE DIGIRIN’ 
 
Buldan destnîşan kir ku di heman demê de HDP partiya jinan e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê her roj di hedefa êrîşan de ye. Bi boneya HDP pergala hevserokatiyê anî û vîna jinan diparêze û di çarçoveya azadiya jinê de xebatên xwe dide meşandin, tehamulî me û hevalên me nakin. Wekîltiya hevalên me jin xistin. Hevşaredar û wekîlên me xistin girtîgehan. Hemû saziyên jinan dan girtin. Jin û endamên me yên jin bi erdê re kaş dikin û nasnameya jinan dikin hedef. Lê çi dikin bila bikin dê me asteng nekin. Çunkî em milyon in û hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Heta HDP hebe dê nasname û azadiya jinê bê parastin.” 
 
‘EFRÎN A EFRÎNIYAN E’ 
 
Buldan da zanîn ku di şerê li Efrînê de li aliyekî jî jin di hedefê de ne û wiha got: “Li Rojava bi berxwedana rûmet a jinan dîrok hat nivîsandin. Ev berxwedan li her deverê belav bû. Tirsa wan jî ev e. Niha derketine û dibêjin ‘Em ê Efrînê radestî efrîniyan bikin.’ Jixwe Efrîn ya efrîniyan e. Ji wir derkevin. Çi karê we li Efrînê heye. Li Efrînê gel di nava aramiyê de dijîn, çû wateya çûyîna we heye. Ji Efrînê tu gef li dijî Tirkiyeyê nîne. Çima hûn temaşeyî kuştina mirovan dikin. Hûn berpirsyarê her kuştinek li Efrînê ne. Mafê tu kesî tuneye ewqas mirovan qetil bike. Em zarokên xwe ne ji bona hûn wan bikujin tînin dinyayê.” 
 
'EM JÎ TIFAQA JINAN AVA KIR’ 
 
Buldan bal kişand ser tifaqa AKP-MHP’ê û got “Me jî li dijî vê tifaqa wan faşîst, tifaqa jinan ava kir.” 
 
NÛNERÊN SAZIYÊN JINAN MAFÊ AXAFTINÊ GIRTIN 
 
Piştî axaftina Buldan nûnerên saziyên jinan mafê axaftinê girtin. Ji Koma Tedbîra Lezgîn a li Dijî Kuştina Jinan Hasbiye Gunatçi wiha got: “Di demên dawî de li dijî jinan tundî û kuştina jinan zêde bûye. Her kes hêrsa xwe ji me derdixe. Tang, çek û topê jinan nînin. Ya me xûrt dike hêza me ye. Ji ber wê her tim êrîşî çalakiyên 8’ê Adarê dikin. Çunkî herî zêde ji hêza hevpar ditirsin. Tekane hêza me jî hevgirtina jinan e. Hemû jin bi tundiya zilam re hevrû dimînin.” 
 
‘BIJÎ ISRARA JINAN A AŞTIYÊ’ 
 
Ji Komeleya Demîr Leblebî Sevna Somuncuoglu  jî diyar kir ku wan piştî pêvajoya aştiyê xera bû komeleya xwe ava kirine û wiha got: “Em bi xeyala aştiyê derketin rê û têkoşîna me dewam dike. Dê jin li dijî şer derkevin û israra wan a ji bo aştiyê dewam bike. Her bijî israra jinan aştiyê.” 
 
Ji Komîsyona Bijîşkên Jin a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Hulya Ugulturken jî wiha got: “Otorîtera siyasî her tim jinan arasteyî ku bibin dayik dike. Desthilat li qada tenduristiyê li dijî jinan cudakariyê dike.” 
 
 

Sernavên din

07/03/2018
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin