EFRÎN – Bi sedan welatiyên Efrînê ji bo piştgiriyê bidin gelê Navçeya Şerayê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi karwanek mezin hatin Şerayê û li vir daxuyanî dan. Meşvanên hatin navçeya Şerayê diyar kirin ku ew dê heta dawî axa xwe biparêzin.
Şerê TSK û OSO yên li ser Gelê Efrînê di roja 46'an de berdewam dike. Tevî hemû êrîşên tang, top û balafirên şer gelê Efrînê tevî şervanên YPJ-YPG'ê axa xwe diparêzin. Bi sedan welatiyên Efrînê ji bo piştgiriyê bidin gelê Navçeya Şerayê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi karwanek mezin hatin Şerayê û li vir daxuyanî dan. Bi armanca piştgiriya berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi sedan welatiyên Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Dêrsim kom bûn û alên YPG’ê û YPJ’ê û sembolên Bakurê Sûriyeyê bilind kirin. Li vir piştî deqeyeke rêzigrtinê Hevseroka Meclîsa Rêveber a kantona Efrînê Hêvî Mustefa axivî û pesna berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê û welatiyên Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker da û destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ji vê êrîşê tunekirina welatiyên herêmê ye û hewl dide ji Efrînê dest bi dagirkeriya xwe li giştî Bakurê Sûriyeyê bike. Hêvî di berdewama axaftina xwe de got ku welatiyên herêmê di jiyana xwe ya rojane de berxwedanê esas digirin û çûndina welatiyan a navçeya Şera ku rastî êrîşên dijwar tê asta fedekariya welatiyên Efrînê diyar dike.
Piştî axaftinan karwanê welatiyan berê xwe dan gundê Elkê yê girêdayî navçeya Şera û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanan qîriyan. Piştî karwana gelê Efrînê gihişt Şera li vir bi girseyî daxuyanî da û dest bi nobotê kir. Nobeta sedan kesan a li Navçeya Şera didome.