Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî

img
EFRÎN – Her çiqas Tirkiye bêje “Em sivîlan nakin hedef” jî lê qeydên Nexweşxaneya Avrînê wiha encam dernaxe. Me rojekê Nexweşxaneyê hilda bin qeydê. Nexweşxaneyê tenê di roja 45’emîn a şer de 7 sivîl kuştî û 36 sivîl qeyd kirin. Sivîl an li mala xwe yan jî di rêyan de dibin hedefa bombeyan. 
 
Şerê Efrînê di roja 46’emîn dewam dike. Ji roja destpêkê ya şerê Efrînê vir ve 220 sivîl zêdetir jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 650 kes jî birîndar bûn. Her roja ku diçe sivîlên di şer de jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Her çiqas rayedarên Tirkiyeyê bêjin “Li Efrînê sivîl nayên kuştin û ne di hedefa me de ne” jî lê daneyên Nexweşxaneya Avrînê ya li navenda Efrînê pêwîstî bi gotinê nahêle û hemû daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê diderewîne. 
 
DI ROJEKÊ DE 7 MIRÎ Û 36 BIRÎNDAR
 
Ji ber topbaran û bombebarankirina balafirên TSK’ê û OSO’yê her roja ku diçe kuştiyên nû li yên din zêde dibin û tê texmînkirin ku gelek cenazeyên gelek sivîlan di bin kavilan de ne. Tenê duh an go di roja 54’emîn a şer de qeydên Nexweşxaneyê kuştina 7 sivîlan û birîndariya 36 sivîlan derbas kir. Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 5’ê adarê de li Nexweşxaneya Avrînê bi dîmenan qeyd kir. 
 
QEVDIKA DESTÊ WÎ JÊ KIRIN 
 
Pêr û duh gelek welatiyên ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê. Gundî ya li malên xwe ya jî li ser rêya tên bombebarankirin. Pêr êvarê saet di navbera 21.00 û 24.00’an de gundê Qarantepe yê bi ser navçeya Şêra ve topbaran kirin û şêniyê gund Cafer Nebî Şêxo yê 60 salî dibe hedef û destê wî rastê ji qevdikê ve tê jêkirin. Şêxo yê nû ji emeliyatê derket halê wî tune biaxive. Kurê Şêxo Nebî Cafer li ber bavê xwe ye dema diaxive kelogirî dibe û hêsirê wî diniqûtin. Nebî Cafer tiştên li gund qewimîn vegot û anî ziman ku dema bavê wî bi traktora xwe ji cîranan dihat malê dibe hedefa topan. 
 
BIRÎNDAR BANG LI ERDOGAN KIR: MA EZ KÎ ME? 
 
Nexweşxaneya Avrî ya du qatî hem hundir û hem jî baxçeyê wê tije mirov in. Hin kesan dayik, bav û zarokên xwe winda kirine. Hin kes jî birîndar in. Seknek bi hêrs û xemgîn li nexweşxaneyê serdest e. Behrî Kedro yê 27 salî ku ji ber êrîşan birîndar bûye li aliyekî ji ber bîrînên xwe diêşe û li aliyekî jî bi dengek nizm diaxive û behsa êrîşan dike. Kedro bang li Serokomar Erdogan kir û got: “Ka we sivîlan ne dikuşt? Ma ez çi me? Hûn kor in?” 
 
HAYA WÊ JI MIRINA DAYIKA WÊ NÎNE 
 
Di odeya hejmara 15’an de 2 jê extiyar 4 jinên giran birîndar tên dermankirin. Jinên li odeyê li nexweşan dinêrin jî ji ber pîvanên hovîtiya êrîşan xemgîn în û nikarin biaxivin. Li aliyekî jî di ruyê wan xemgîn de hêrsa wan a li dijî zilm û êrîşan xwe dide der. Traktorek ji 20 kesan pêk tê dema ji gundên nêzî hev ên Raco derdikevin û berê xwe didin Efrînê di kîlo mîtroya 20’emîn dibin hedefa topbaranê û birîndar dibin. Êrîşa serê sibê saet di 06.00’an de pêk tê yek ji ya dibe şahidê bûyerê Emîne Mustafa ya 60 salî ye û ji haya wê ji dayika wê ya 90 salî namîne. Nizane ka dayika wê jiyana xwe ji dest daye an na. 
 
SÊ XWIŞKÊN HEV BIRÎNDAR IN 
 
Fuzê Mihemed Herîş a 32 salî jer ser hişê xwe çûye, ji ser û milên xwe birîndar e û bi jinek birîndar a extiyar re di heman odeya nexweşxaneyê de ye. Dîcle Bekir a 35 salî li gundê Êşûnê birîndar dibe û li nexweşxaneyê tê dermankirin û ji ser hişê xwe çûyîne. Dayika Dîcle Bekîr, Semîra Şêx Mihemed li ser keça xwe digirî û li odeyên din jî keçên wê yê 15 û 18 salî bi giranî birîndar tên dermankirin. Keça wê ya bi navê Dunya ya 15 salî li bendê ye ku bikeve emeliyatê. Fîdan a 18 salî jî ser hişê xwe çûye û hilmên kûr dide û distîne. 
 
ÊŞA HEMÛYAN YEK E
 
Bi dehan jin, zarok, extiyar, kal û pîr li korîdara nexwexaneyê ya birîndar in an jî li hewarê hatine. Her çîroka her yekê cuda be jî lê êş û birîna wan heman e. Ehmed Şeref ê 33 salî diyar kir ku 3 saet berê bavê wî hildane emeliyatê. 
 
DI QASEYÊN KAMYONAN DE BEDENÊN BÊRÛH 
 
Piştî axaftina Şeref, di heman kêliyê de peywîrdarek nexweşxaneyê qîr dike û dibêje “Vekin vekin rê vekin” û di heman kêliyê de em dêna xwe didinê kamyonetek tê ber nexweşxanê. Di hundirê kamyonê de jinek digirî û di qaseya kamyonê de bedenên parçe bûne û rûyê wan ji xwînê nayê nasîn derdixin û tînin nexweşxaneyê. Li ser bedenek parçebûyî jinek qîr dike û dengê hawara wê diçe erşê asîmanan. 
 
ÊVARAN XEBERÊN NEXWEŞ TÊN NEXWEŞXANEYÊ Û TEVGER ZÊDE DIBE 
 
Nexweşxaneya Avrînê êvarê li gorî agahiyên tên hin bêhtir tevger dibe. Ji Cindirêsê li ser agahiya windahiya sivîlan tê. Duh serê sibê balafirên şer êrîş birin ser Cindirêsê. Ji ber vê bombebaranê 3 jê zarok û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û agahiya van kuştiyan digîhîje nexweşxaneyê. Pişt re pitikek 3 mehî û sivîlek din jî jiyana xwe ji dest dan û 8 welatî jî birîndar bûn. Agahiya van jî tê nexweşxaneyê. Li gorî qeydên nexweşxaneyê ji gundê Firêriyê ya Cindirêsê pitika 3 mehî Diyana Xazî Salih û Mehmûd Mihemed Nûr Elo yê 20 salî mirî, Mihemed Sibhî Hesen (15), Sebah Cemal Salih (25), Fûad Xazî Salih (25), Sibhî Xazî Salih (30), Xedîce Mustefa (30), Ebdullah Tirkî Dawûd (18),  Ewner Salih Hesen (15) û zarokek yek salî bi giran radikin nexweşxaneyê. 
 
MA / Selamî Aslan
 

Sernavên din

07/03/2018
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin