STENBOL - Parêzerên Ocalan, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran 736’emîn car serî li serdozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Fuat Coşacak, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdanê, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzeran 736 carin ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê dan.
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de ve heta niha 735 carin bi hincetên “Rewşa hewayê nebaş e”, “Keştî xerabe ye”, “Koster di tamîrê deye” û “OHAL” hatin redkirin.