MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tarsusê, gardiyenan jinek girtî û zaroka wê ya 4 salî di lêgerîna tazî re derbas kirin. Hat diyar kirin ku ji bo şermezar kirina van pêkanên li girtîgehê 13 giriyan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Di 5’ê Adarê de, Girtîgeha Jinan a Sergirtîya Tarsusê bi lêgerîna tazî ya li ser jineke dûcanî ferz kir, ket rojevê. Parêzer Îsmaîl Bozkurt ê di 5’ê Adarê de çû hevdîtina muwekîlên xwe Gamze Taşçi û Nedîme Cansu Esenlî, diyar kir ku muwekîlên wî lêgerîna tazî ya li dijî jina ducanî pişt rast kirin.
‘ZAROKA 4 SALÎ JI RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ HAT’
Bozkurt, diyar kir ku muwekîlên wê jêre gotin ‘jinek û zaroka wê ya 4 salî jî rastî lêkerî tazî hatin’ û wiha axivî: “Jinan ji bo şermezar kirina lêgerîna tazî cilên xwe ji xwe kirine û dirûşmên ‘ji lêgerîna tazî re na’ berz kirin. Rayedarên girtîgehê bi muwekîla min Nedîne Cansu Esenlî re 13 jinên nexweş û pîr bi erdê re kaş kirine û avêtin hucreyê.”
‘DÊ GIRTIYÊN DIN JÎ BEŞDARÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIBIN’
Bozkurt, anî ziman ku bi ferz kirina hehmara ser piyan re gardiyenên zilam derketine ser ban, qawîşa jinan girtine kamerayê û wiha got: “Ger jinên kirine hucreyan neyên derxistin, dê jinên girtî yên din jî dest bi greva birçîbûnê bikin.”
GEFA SÎRGÛNÊ LI GIRTIYAN DIXWIN
Bozkurt, da zanîn ku rayedarên girtîgehê bi jinên di hucreyan dene re hevdîtin kirin û wiha bilêv kir: “Rayedarên girtîgehê ji jinan re gotin ‘bi şertê hûn neçin gel girtiyan, emê we ji hucreyan derbixin, ger hûn vê qebûl nekin emê we sîrgûn bikin.’ Li qawîşa zilaman jî hejmara ser piyan û di telefonê de tekmîl dayîn hatine ferzkirin. Têkildaî operasyona li dijî Efrînê rayedarên girtîgehê hewl didin girtiyan provoka bikin.”
Buzkurt, dest nîşan kir ku dê têkildarî bûyerên ku muwekîlên wî jiyane, li Serdozgeriya Girtîgeha Tarsûsê îtîraz bikin û wiha bi dawî kir: “Bûyerên li girtîgehê hatine jiyîn, li dijî mafê mirovane.”
Hat fêrbûn ku midûrê girtîgehê Mazlum Ozalp ê di operasyona “Vegera Jiyanê” ya di 19’ê Kanûna 2000’an midûrê yekemîn ê girtîgehê bû ye.