ERZIROM – Heyeta ÎHD’ê li gundê Reşayê Sebrî ya bi ser navçeya Qereqaziyê ku 4 kesan lê jiyana xwe ji dest da lêkolîn pêk anî û raporek amade kir. ÎHD’ê di rapora xwe de got ku kesên li malê li şûna sax bihatana girtin hatine kuştin û cenaze bi werîs kişandin û leşkeran sirûdan vegotiye.
Li gundê Reşayê Sebrî ya bi ser navçeya Qereyaziya Erziromê di 2’ê adarê de leşkeran bi ser gund de girtibû û di serde girtinê de malek şewitandibûn û hatibû îdiakirin ku cenazeyên aîdî 4 endamên HPG’ê ji malê derxistibûn. 7 şêniyên gund hatibûn binçavkirin û piştî 3 rojan hatibûn berdan.
Heyeta ji Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Erziromê Medenî Aygul, rêveberê ÎHD’ê Erdal Ozakçîl, Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê parêzer Burak Kizilogul pêk dihat çûn gund û tiştên qewimîne rapor kirin.
Hat zanîn ku yên hatine binçavkirin rastî heqaret û zextan hatine.
‘CENAZEYAN BI WERÎSAN KAŞKIRIN E’
Heyeta bi gundiyan re hevdîtin kir diyar kir ku serê sibê bi hejmarek zêde leşker sewqî gund hatine kirin û helîkoptêran jî destek daye operasyonê. Di raporê de têkildarî tiştên wê rojê qewimîn wiha ne: “Piştî leşkeran li malê lêgerîn kir dengê çekan bilind bûye û dûxan ji banê malê kişiyaye. Di dema bûyerê de destûr nedane tu kesî ku derbikevin derve. Lê gundiyan li malê xwe li bûyerê temaşe kirine. Nêzî du saetan dengê çekan ji gund bilind bûye. Piştî pevçûnê ji hundirê malê cenazeyan bi werîsan kaşkirine û derxistine derve. Cenaze demek kurt li ber malê hatine hiştin û pişt re xistine torbeyan û birine.
‘KOMEK JI 50 KESAN PÊK DIHAT SIRÛD XWENDINE’
Li gorî derbirîna gundiyan, piştî lêgerîna li malan yek jê jin 7 kes binçav kirine. Dema hêj leşker li mal gund bûn ceryan qût kirine. Piştî leşker ji gund veqetiyan welatiyan ceryana xwe berdane. Piştî operasyon bi dawî bûye, komek leşkerên komando ji 50 kesan pêk dihat li ber mala şewitandine kom bûne û sirûdan xwendine. Bi xwendina sirûdan ji gund veqetiyan e.
‘DIKARIBÛN SAX BIGIRTINA’
Di encama lêkolîna heyeta me de, gund ji 20 malan pêk tê. Bi piranî zilamên gund li derveyî bajêr in û dema operasyon pêk hatiye bêtirîn jin û zarok li malên xwe bûne. Li mala pevçûn lê qewimiye, ji gund serbixwe ye û li kêleka gund e. Derdora wê vekirî ye. Hemû derdora malê hildane çemberê. Li gorî tê vegotin û tedbîrên girtine yên di hundirê malê de jiyana xwe ji dest dane, şansê wan ê ku dê birevin tunebûye. Li gel ku derfetê sax girtina van kesan hebûye jî lê bi îdiaya milîtanên PKK’ê ne sax ne hatine girtin û bi kuştinê wan desteser kirine. Ev hemû qewimîn ji aliyê heyeta me ve hatine çavdêrkirin.”