HATAY - Rêveberên HDP û CHP'ê jî di navde 8 kesên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê pîroz kirin hatin binçavkirin.
Li Hatayê di navde endam û rêveberên HDP û CHP'ê jî heyî 8 kes bi sedema têkildarî roja zimanê zikmakî daxuyanî dane hatin binçavkirin. Ji nava kesên li Nûnertiya Egîtîm Sendê daxuyanî dan Hevserokê SYKP'ê yê Samandagê Yusuf Kimyon, Rêveberê HDP'ê yê Samandagê Necati Ogurel, Serokê CHPê ye Samandagê yê berê Îbrahim Aydogan, Nûnera Egitim Senê ya Samandagê Serap Sakalli, Arkadaş Karataş, Nihat Çay, Şenol Yazar û Gokmen Berrak hatin binçavkirin.
8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a navçeya Samandagê