ENQERE - Girtiyê nexweş Ramzan Beyazpîrînç, dema sewqî nexweşxaneyê dihat kirin di ambulansê de miribû û der barê mirina wî de giliyê rayedarên ku hin ji wan bijîşk in hatibû kirin. Wezareta Dadê der barê giliyê de biryara "neşopandinê" da.
Ramazan Beyazpîrînçê ku di 14'ê Cotmeha 2015'an de di pevçûna li navenda Wanê de bi giranî birîndar bû û paşê hat girtin, ji bo tedawiyê ew biribûn Enqereyê. Di 19'ê Sibata 2016'an de dema wî ji nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin sewqî nexweşxaneyeke din kirin di rê de miribû. Paşê parêzerên malbatê di 6'ê Nîsanê de bi tawanbariya "mirina ji ber astengkirina mafê tenduristiyê", li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê rayedarên ku bijîşk jî di nav de kiribûn. Lê belê Wezareta Dadê di 20'ê Sibata 2018'an de nivîsek şand û destûra ku der barê peywirdarên cemaweriyê de lêpirsîn bê vekirin neda. Parêzerê Beyazpîrînç, Parêzer Alîşan Şahîn got ew ê hefteya bê ji bo îtirazê serî li Şûraya Dewletê bidin.
'XWESTIN ÎNFAZ BIKIN'
Şahîn, diyar kir ku li cihê pevçûnê hatiye xwestin ku Beyazpîrînç bê înfazkirin, lê belê gelê Wanê nehiştiye û got: "Pêşî Ramazan dibin Nexweşxaneya Stenbolê ya Taybet a Wanê, li wir tê şopandin. Paşê wî dibin Nexweşxaneya Yuzuncu Yil a Wanê û li wir jî tê şopandin. Qet pey Ramazan bernedan." Şahîn diyar kir ku dema Beyazpîrînç, li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dihat tedawîkirin fîstul di pişika wî de derketiye û ji ber li wir derfetên tedawiyê tune bûne, ew sewqî Enqereyê kirine.
'DI NAV LEPÊN BIJÎŞKEKÎ KU JI EHLAQÊ TIBÊ DÛR...'
Şahîn diyar kir ku li Wanê bi beşeke zêde ya fatreşk û kezeba Beyazpîrînç pankreasê wî hatiye wergirtin û got: "Çi di dema nexweşxaneyan de çi jî di dema tedawiyê de Ramazan hat paşguhkirin. Du caran çû Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê. Tim dema bijîşkekî ku li beşa sîngê dima û nobedar bû ew dibirin wir. Ew bijîşk bi awayekî aşkere ji Ramazan re digot 'Ez nikarim li te binêrim, biçe bila li Wanê li te binêrin.' Ramazan di nav lepên bijîşkekî ku ji ehlaqê tibê dûr ket wê rewşê. Dema Ramazan ewil anîn tenduristiya wî baş bû. Dema li odeya hevdîtina bi parêzer re min û wî hevdu dît, pir baş xwe îfade dikir. Lê her ku çû êdî ji bêhna min nikaribû li odeya hevdîtinê îdare bikirana. Nava Ramazan xera dibû. Li odeyê bêhneke ku mirov ji ber îdare nedikir hebû. Nikarim wê bêhnê tarîf bikim; du sal derbas bûn lê hîn jî ew bêhn li ber pozê min e. Wê demê me ev rewş ragihand Odeya Bijîşkan. Me ji Odeya Bijîşkan xwest raporeke alternatîf amade bikin. Min serî li Gerînendetiya Tewqîfê ya Giştî ya Girtîgehê da. Dema derfetên ku bi awayekî çalak Ramazan bê tedawîkirin hatin astengkirin, em mecbûr man serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin."
BI BIRÎNDARÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ HAT KIRIN
Şahîn, bi bîr xist ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) di 11'ê Sibata 2016'an de der barê Beyazpîrînç de biryara "Divê demildest li nexweşxaneyê bê razandin, ji bo tedawîkirinê tevdîr bên girtin" daye. Şahîn got: "Di 16'ê Sibatê de min bi destê xwe biryar da Ramazan. Lê êvarî ket komayê. Pêşî ew birin Nexweşxaneya Kampusê, ji wir ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê û ji wir jî ew birin Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê û wî radestî destê wî bijîşkê ku xwe ji tedawîkirina wî dûr dixist kirin. Paşê li Kuçeya Merasîmê teqîn çê bû. Nexweşekî ku diviya ji xwe jî neleqe, lê belê demildest ew sewq kirin û birin Nexweşxaneya 29 Mayisê. Ji wir jî biryar hat girtin ku wî bibin Nexweşxaneya Senatoryûmê, lê belê Ramazan di hundurê ambulansê de mir. Ger di pêvajoya tedawiyê de bi antîbiyotîkê tedawiya wî bihatana kirin, ger li revîra girtîgehê jî antîbiyotîk bihatana nivîsandin wê dawiya Ramazan ne ev tişt bûna. Me ev tişt ji mudurê girtîgehê re got. Me ev tişt ji rayedaran re gotin. Mixabin ji bo tedawiyeke çalak kesî berpirsiyariya xwe bi cih neanî an jî nexwestin bi cih bînin."
Şahîn diyar kir ku, tenê Wezareta Dadê der barê serlêdana ku wan li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê kiribû biryara "neşopandinê" daye û 2 sal in Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapor neşandiye. Şahîn got: "Di warê hiqûqî de divê ev tişt nehatana kirin. Herî zêde diviya di 6 mehan de Saziya Tiba Edlî rapor bişandana."
Şahîn, destnîşan kir ku ji bo kesên bûne sebeba mirina Beyazpîrînç bên cezakirin, wê têkoşîna wî ya di warê hiqûqî de bidome.
MA / Berivan Altan