ENQERE- Du nûçegihanên Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê yên piştî hevpeyvnîna ku bi Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu re çê kirin hatin binçavkirin, hatin berdan.
Du nûçegihanên Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê, danê nîvro bi Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu re hevpeyvîn çê kiribûn. Piştî hevpeyvînê, herdu nûçegihan li ber Navenda Giştî ya HDP'ê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku dema nûçegihanan wêne û dîmenên avahiya HDP'ê dikişandin hatin binçavkirin. Piştî 3 saetên di bin çavan de herdu nûçegihan hatin berdan.