ERZIROM - Leşkerên bi ser gundê Reşa Sebrî ya navçeya Qereyaziyê de girtin û 7 kesên binçav kirin, piştî îfadeya wan a li Qereqola Cendirmeyan a Goksu bi dawî bû, serbest berdan.
Leşkeran bi maşîneyên zirxî di sibeha 2’yê Adarê de bi ser gelek malên gundê Reşa Sebrî yê navçeya Qereqaziya Erziromê de girtin, malek şewitandin û bi çekan gule li malê reşandin. Piştî bûyerê di malê de 4 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan.
Piştî serdegirtina malan de, leşkeran Mehmet Emîn, Mensur, Ekrem, Yavuz Oran, Yildiz Oran, Abdullah Oran û N.Y. ê 17 salî binçav kirin.
Piştî îfadeya 7 kesan ên li Qereqola Cendirmeyan a Goksu bi dawî bû, serbest hatin berdan.