AMED - Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren a ji bo şopandina nûçeyan çû Lîcê û hat binçavkirin û di heman rojê di serdegirtina malan de 5 kesên hatibûn binçavkirin, bi şertê “Qedexeya derketina derveyî welat” hatin berdan.
Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren a di 1’ê Adarê de ji bo şopandina nûçeyan çû navçeya Lîcê ya Amedê û bi hinceta lêgerîna wê heye hat binçavkirin û di heman rojê de 12 kesên di serdegirtina malan de li Amedê hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a Midûryeta Polîsan sewqî Edliya Amedê hatin kirin.
SUREN HAT BERDAN
Dozger, Suren a 4 rojan dibin çavan de ma bi 5 kesên din re bi şertê “Qedexeya derketina derveyî welat” bedan û 7 kesên din jî bi daxwaza “Pêkanîna konrola edlî” sewqî dadgehê kir. 6 kesên din li bendêne ku derkevin pêşberî dadgehê.