EDENE - Seroka EMEP’ê ya Edeneyê Sevîl Araci Bek, diyar kir ku endamên wan ên ciwan rastî gefên polîsan ên wekî “Dest ji belavkariya belavokên Partiya Kedê berdin. Dê ji bo we ne baş be. Hûnê ji zanîngehê bên avêtin” tên.
Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Edeneyê, derbarê gef û zextên polîsan ên li ser endamên wan li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê gilî kirin. EMEP’ê piştî serlêdana sûc li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, civîna çapemeniyê pêk anîn. HDK, HDP, Egîtim Sen û gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de Seroka EMEP’a Edeneyê Sevîl Araci Bek daxuyanî da.
‘POLÎSAN GEF LI CIWANÊN EMEP’Ê XWARIN’
Bek, diyar kir ku polîsan li ber Parka Înonu pêşiya endamekê wan ê ciwan girtin û bi gotinên “Em hemû gavên we dizanîn û we tim dişopînin. Me serfermandariya giştî rakiriye. Hûn ji bo me ne kêmî tozekê axêne. Dest ji belavkariya Partiya Kedê berdin. Êdî rojnameya Evrenselê nexwînin. Dê ji bo we ne baş be. Hûnê ji zanîngehê bên avêtin” gef xwarin.
'DIXWAZIN PARTIYA ME BER ALÎ BIKIN'
Bek, da zanîn ku hin polîs tim dibin navê “Hevkariyê de” teklîfa sîxortiyê li endamên wan dikin û wiha got: “Polîs bixwe diçin malbatên endamên partiya me û wêneyên wan ên di çalakiyan de kişandîn nîşanî malbatan dikin û derewên zarokên we beşdarî ‘rêxistinên terorê’ bûne, li malbatan dikin.”
BANGA TÊKOŞÎNE
Bek, di dawiya axaftina xwe de banga piştevanî û têkoşînê li raya giştî kir.