AMED – KCD’ê têkildarî şerê li Efrînê metirsiya xwe anî ziman û wiha got: “Biryara agirbesta mehekê ya ji hêla NY’ê ve hatiye girtin bêguman girîng e, lê kêm e. Divê NY li hemberî dewlet û hêzên ku vê biryarê bi cîh naynin têkeve nava liv û tevgerê.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî şerê Efrînê û biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:
“Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi çeteyên mîna DAIŞ’ê re ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dikin û êrîşên dagirkirinê 45 roj li pey xwe hişt. Di encama bombebaranên ji hewa û ji erdê ve gelek cîh û warên gelê Efrînê wêran bûne, din ava wan de zarok, jin kal û pîr bi sedan kes hatin qetilkirin. Her wiha hewl didin bi hezaran kurd, ereb û ji civakên din ji cîh û warên xwe dûr bixinû koçber bikin. Îro li ber çavên hemû civakên navneteweyî û bi awayekî eşkere li Efrînê gelê kurd di qirkirinê de tê derbaskirin û ev hewldan bi awayekî dijwar didome.
Di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû civakên navneteweyî, divê li hemberî van êrîşan helwesta xwe bi awayekî xurt deyne holê û divê were zanîn ku ev yek hatiye asta jiyanî. Her ku şer ber bi navenda bajaran ve diçe jiyana bi dehezaran sivîlan dikeve xetereyê. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û aramiya Rojhilata Navîn, divê hestiyariya xwedîderketin û parastina mafê rawe û hebûna gelan were derketin û ev yek peywireke ku neyê paşdexistin daniye ser milê mirovahiyê.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar girti ku li ser seranserê Sûriyeyê mehekê girbest were îlankirin. Tirkiye vê biryarê nas nake. Divê di serî de endamên daîmî yên NY’ê, tevahiya NY’ê û hemû civaka navneteweyî ev helwesta Tirkiyeyê baş bixwîne û binirxîne. Ligel ku hemû dewletên endamên daîmî yên NY’ê diyar kirin ku agirbest ji bo Efrînê jî derbasdar e jî Tirkiye dîsa bi ya xwe dike. Bi vê yekê re li hemberî NY û civaka navteweyî derdikeve û hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne. Divê NY xwedî li biryara xwe derkeve û li pişt biryara xwe bisekine.
Biryara agirbesta mehekê ya ji hêla NY’ê ve hatiye girtin bêguman girîng e, lê kêm e. Divê NY li hemberî dewlet û hêzên ku vê biryarê bi cîh naynin têkeve nava liv û tevgerê. Her wiha binê vê biryara xwe dagire û bang li Tirkiyeyê bike ku hemû leşkerên xwe ji xaka Sûriyeyê derxîne. Çareseriya vê yekê bi awayekî lez û bez dawî li êrîşan bînin û rêyên diyalogê bên vekirin.
Gelên Sûriyeyê di bin çavdêriya NY û civak3en navneteweyî li ser bingeheke aştîyane û demokratîk, bi biryara xwe çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Bi van hêvî û daxwazan careke din di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bang li civaka navneteweyî, NY, dewletên Ewropayê, rêxistinên navneteweyî dikin kul i hemberî operasyona qirkirina Efrînê derkevin û bi gelên Efrînê re têkevin nav tevkariyê."