ERZÎNCAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê gardiyenên rûpoş hefteyeke bi copan êrîşî girtiyan dikin û lêgerîna tazî ferzî wan dikin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê, gardiyenan li ber çavên malbatên çûbûn hevdîtinê, îşkence li zarokên wan kirin. Malbatan, diyar kirin ku komek gardiyenên rûpoş a nêzî 15-20 kesan bi copan êrîşî girtiyan kirin û gotin: “Girtî nêzî heftiyekêne rastî îşkenceyên psîkolojîk û fîzîkî yên gardîyenên rûpoş tên. Sergardiyan Alp A, yê paşnavê wî nehat zanîn ê binavê Osman serkêşiya van pêkanînan dike. Hemû canê girtiyan birîn û xwîn bûbûn. Gardiyenan bi gotina ‘hûnê çongên xwe li ber me danin erdê û teslîmî me bibin” êrîşî girtiyan kirin û ji bo hejmara ser piyan bidin bi saetan derve di sermaye de hiştine. Cardin gardiyen di rojekê de 3 caran li qawîşan digerin û hemû amûrên girtiyan tevlî hev dikin. Her roj komeke 50’î gardiyenên rûpoş bi ser qawîşan de digirin û lêgerîna tazî ferzî girtiyan dikin.”