STENBOL - Kesekî bi tifing, ket avahiya xizmetê ya Şaredariya Esenyurtê û xebatkara jin Muradiye Bektaş kuşt û dûre întîxar kir.
Serê sibê li Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Esenyurtê ya li Bulwara Nazim Hîkmet, dengên çekan hat. Li gorî agahiyan, kesekê ku navê wî nehat zanîn, bi tifinga di destê de xwe de ket avahiya şaredariyê, kesên derdorê tirsandin û jina xebatkara şaredariyê Muradiye Bektaş kuşt û dûre întîxar kir.
Piştî bûyerê gelek polîs û ekîbên ambulansê hatin cihê bûyerê û li cihê bûyerê lêpirsîn dan dest pê kirin.