TEKÎRDAG – Girtî Mehmet Yildirim ê dema sewqî Girtîgeha Tekîrdagê kirin, lêgerîna tazî red kir, rastî lêdanê hat. Li heman girtîgehê jî dermankirina girtiyê nexweş Çetîn Tutkun jî tê astengkirin.
Mehmet Yildirm di 23’ê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê sewqî girtîgeha Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê kirin. Li gorî agahiyên ji malbata Yildirm hatin bidestxistin di dema sewqê de bi lêgerîna tazî ya darê zorê re hevrû maye û ji ber lêgerîna tazî red kiriye hatiye derpkirin.
GIRTIYÊ NEXWEŞÎNA PENCEŞÊRÊ DI YEK HUCREYÊ DE YE
Li aliyê din hat zanîn ku girtiyê muebeta giran ê nexweşîna penceşêra troîdê Çetîn Tutkun ê li Girtîgeha Tekîrdagê nayê dermankirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hat ragihandin ku dermankirina Tutkun bi hinceta beşên têkildar ên nexweşxaneyên Tekîrdagê û doxtor tune ne nayê kirin.
Hat zanîn ku daxwaza sewqa Tutkun a ji bo girtîgehek ku bê dermankirin her tim tê redkirin û her roja diçe rewşa wî giran û xerab dibe.