EFRÎN - Şerê TSK û OSO yê li ser Kantona Efrînê di roja 45'an de berdewam dike. Di êrîşan de 30 dibistan bûn hedef, gelek warên dîrokî û çandî hatin rûxandin, baxên zeytûnan talan bûn û bi sedan welatî hatin kuştin. Dîmen û wêneyên talankirin û wêrankirinê wiha ketin ber objektîfan.
Şerê TSK û OSO yê li ser axa Kantona Efrînê 45 rojin bi tang, top û balafirên şer bê navber berdewam dike. Di êrîşan de gund û navçeyan jî dikin hedef û bi sedan xaniyên welatiyan xera bûn. Di êrişan de warên çandî û dîrokî jî xera dibin û wêran dibin. Di êrîşan de nêzî 30 dibistan bûn hedefa topbaranan. Bax û baxçeyên zeştûnan hatin talankirin û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî êrîşan gelê Efrînê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) parastina axa xwe dike. Dîmenên xerakirin, talankirin û wêrankirina nirxên mirovahiyê yên di êrîşa topbaran û bombebarana balafirên şer ên TSK'ê wiha ketin ber objektîfên Ajansa Mezopotamyayê. (MA).
* Di serî de li navenda Efrînê, li navçeyên Raco, Şîyê, Cindirêsê, Şera, Mabeta, Şêrawa û Bilbilê, mal, kargerî û cihên nehatine bombekirin nema ye. Her der hatiye bombekirin.
* Heta niha ji 365 gund û navçeyên Efrînê piraniya wan bûne hedefa topbaran û bombeyên TSK'ê. Di topbaran û bombeyan de bi sedan xanî hatin rûxandin. Piranî di êrîşa bombebarana balafirên TSK'ê de hatin xerakirin.
* Heta niha tam nehatiye zelalkirin ku çend xanî hatine bombekirin. Lê li gorî Lêkolîna navenda Lêkolînên Stratejk a Rojava (NRLS) zêdeyî hezar avahiyan zerar dîtiye. NRLS dê lêkolîna xwe di rojên pêş de bi raya giştî re parve bike.
* Di êrîşan de gundên navçeyên Raco, Cindirês, Şiye û gundên wê jî bûne hedefa top û bombeyan. Heta niha zêdeyî 30 dibistan bûn hedef. Li van dibistanan gelek xwendekaran jî jiyana xwe ji dest dan.
* Di êrîşan de cih û warên dîrokî û çandî jî para xwe girtin. Warê dîrokî Perestgeha Eyn Darê û Keleha Nebî Hurî jî bûn hedefa êrîşan. Perestgeha Eyn dara ku 10 kilometre dûrî Efrînê ye, ji serdema Mitaniyan maye. Dîsa Keleha Nebî Hurî li Bilbilê ye û dirokê ronî dikin.
* Di cihê hatin bombekirin jî depo û şibakeyên avê jî hene. Dîsa bendava Meydankê jî bûye hedef. Bendava Meydankê avê dide Navenda Efrîn, Mabeta, Şêrawa û gelek gundên wê.
* Di êrîşan de dîsa wargehên penaberan jî bûn hedef. Kampên ku nêzî 300 hezar penaber lê dijîn bûn hedefa êrîşan. Rayedaran diyar kirin ku bi hezaran penaber di bin talûkeyê de dijîn.
* Li aliyekî qadên mirov lê dijîn dibin hedef, li aliyê din xweza û warên çandî û dîrokî tên talankirin. Baxên zeştûnan ên Kantonê di êrîşa bombebaranê de ji sedî 40 zerar dît. Di êrîşan denêzî 50 hezar hektarên çandiniyê zerar dît.
MA / Nazim Daştan